Polîsê ku li Şirnexê bi qestî li parêzer Serkan Karakaş xist hat girtin

11-04-2022
RÛDAW
Nîşan Serkan Karakaş Parêzer Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsê ku bi qestî li Serokê Navenda Mafên Parêzeran a Baroya Şirnexê Serkan Karakaş qelibî hat girtin.

Li Şirnex a bajarê Bakurê Kurdistanê komîserê bi navê S.E. ku li Rêveberiya Ewlehiya Şirnexê dixebite duh (10.04.2022) bi otomobîla xwe li Serokê Navenda Mafên Parêzeran Serkan Karakaş qelibî û ew birîndar kir.

S.E yê ku bi otomobîla xwe li parêzer Serkan Karakaş qelibî hatibû desteserkirin û di îfadeya xwe gotibû, “Rewşa min a derûnî ne baş bû, dengekî di guhê min de got here li wî biqelibe.”

Piştî ku îfadeyên komîser S.E. li emniyetê, ew Edliyeya Şirnexê. S.E.yê ku îfadeya wî ji aliyê dozgeriyê ve li vir hat girtin, ji bo girtina wî ew ji bo Dadgeha Cezayê Sulhê hat şandin. S.E. ji aliyê Dadgeriya Cezaya Sulhê ve bi îdiaya "hewldana kuştina bi qestî" hat girtin.

Hat diyarkirin ku parêzer Serkan Karakaş dema ku dixwest otomobîla xwe li kêleka rêyeke li Xaçerê ya Mezbaxane ya li bajarê Şirnexê tamîr bike, S.E. bi otomobîla xwe li wî qelibiye û ew birîndar kiriye.

Hat destnîşankirin ku parêzer Serkan Karakaş ji ber birîn û şikestina hestiyan bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin û piştî neştergeriyeke 2-3 saetan niha rewşa wî baş e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst