Serokê CHPyê: Pirsgirêka Kurdan heye û divê bê çareserekirin

11-03-2025
RÛDAW
Nîşan CHP Pirsgirêka Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku ew bi awayekî konjokturel li pirsa Kurd nanêrin û got: "Eger pirsgirêkên Kurdan hebin wê demê pirsgirêka Kurdan jî heye û divê bê çareserkirin."

Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel di civîna koma partiya xwe de derbarê pirsgirêka Kurdan de axivî.

Ozel amaje bi serdana Hevserokên DEM Partiyê ya ji bo wan da û got:

"Me hevdîtineke bi sûd pêk anî. Partiya Gel a Komarî partiyeke ku di meseleya Kurdan de helwêsta wê herî zelel û eşkere ye û ev yek di rapirsiyan de jî diyar dibe.”

"Divê pirsgirêka Kurdan li parlamentoyê bê çareserkirin"

Ozgur Ozel ragihand ku ew bi awayekî konjokturel li pirsgirêka Kurdan nanêrin û wiha pê de çû:

"Eger pirsgirêkên Kurdan hebin wê demê pirgirêka Kurdan jî heye û divê bê çareserkirin. Divê çawa bê çareserkirin?

Divê bi demokrasî û demokratîkbûnê bê çareserkirin. Divê di bin banê Parlamentoyê de bê çareserkirin."

"Rê çareseriyê demokrasî ye"

Serokê CHPyê behsa çareseriya pirsgirêja Kurdan jî kir û got, "Rêya pêkanîna vê yekê ji bo Kurd û Tirkan jî demokrasî ye.

Rêya vê yekê ew e ku em qeyûman di dîrokê de binax bikin. Rêya vê yekê pêkanîna azadiya raderbirînê ye ji bo her kesê."

Ozgur Ozel her wiha daxwaza wergirtina berpirsyariyê li Serokê Parlamentoya Tirkiyê  Numan Kurtulmuş jî kir û got:

"Min bangî birêz Kurtulmuş kiribû. Min got însiyatîfê wergirin.

Min got werin em bi beşdariya hemû partiyên Parlamentoyê bi banga we meşeke mezin a demokrasiyê bidin destpêkirin ku dê hemû pirsgirêkan çareser bike, pêşiya Tirkiyeyê veke û wê Tirkiyeyê dewlemend bike.

Ez berî hertiştî li bendê me ku birêz Kurtulmuş tevî her tiştî bibêje ez dê bilez însiyatîfê wergirim.

Lê ez ji ber gotinên wî yên ku dibêje eger roja wê hat dê bikeve dewrê, dê parlamento însiyatîfê wergire û dê der barê vê mijarê de pêngav bên avêtin jî kêfxweş im."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst