MIKS - Gundî ji bo pêwîstiyên Remezanê berê xwe didin bajêr: Rê 6 mehan girtî dimînin

11-03-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Miks Meha Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Sampasê yê navçeya Miksê ya parêzgeha Wanê ku heta 5 metreyan berf lê bilind dibe ji bo kirîna pêwîstiyên Remezanê berê xwe da bajêr.

Rêya gundê Sampasê û bi dehan gundên Miksê her sal ji ber berfê 5-6 mehan girtî dimînin û pêwendiya wan û bajaran qut dibe.

Gundiyên Sampasê û yên din berî meha Remezanê ji bo dabînkirina xorak û pêwîstiyên mehekê bikom berê xwe da bajarê Miksê.

Welatî Nebî Riyal li ser rewşê got:

“Berî ku Remezan were xelk pezê xwe serjê dike û amadehiyan dike. Ji bo me zehmet e. Em ji bo Remezanê bikom diçin xwirekên xwe tînin.

Ji ber ku em ji navçeyê dûr in û rê girtî ne, heta em neçar nebin em nikarin biçin û bên.”

Welatiyên li gundan debara xwe bi ajeldariyê dikin û dema xwe bi paqijkirina berfa ser banên xwe derbas dikin.

Demsala payîzê xwirekên xwe di bin erdê de vedişêrin da ku zivistanan bixwin.

“Bi hatina Remezanê re em sêvan derdixin”

Mixtarê gundê Arvasê, Hidayet Arvas da zanîn:

“Sêv meha Çiriya Paşînê tên komkirin û di bin axê de tên veşartin. Bi hatina Remezanê re em sêvan derdixin û piştî fitarê dixwin û didin mêvanên xwe. Di bin axê de tama wan jî xweş dibe.”

Li gundên Miksê jiyaneke bi temamî li gorî kevneşopiya Kurdewariyê heye.

Jin teşiyê dirêsin û di tendûran de kadeyan çêdikin. Zivistanan di şevbuhêrkan de têne ba hev.

Welatî Ridvan Şatir li ser şevên zivistanê anî ziman:

“Jiyaneke xwezayî heye. Em bi hev re rûdinin û diaxivin, pêwendiyên mirovî baş in. Bala mirovan li vê derê ne li ser telefonê ye.

Berî Remezanê her kes amadekariyên xwe dikin û pêwîstiyên fitar û paşîvê amade dikin.”

Rêya Wan û Miksê 22yê Kanûna Paşîna 2023yan ji ber berfê hat girtin û heta niha jî nehatiya vekirin.

Zivistanan tekane rêya veguhastinê ya ku digihêje Miksê di ser navçeya Hîzanê ya Bêdlîsê re diçe û 6 demjimêran diajo.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst