Li Qamişlo navendeke taybet bi perwerdekirina zarokên DAIŞê heye

11-03-2023
Dilzar Zubêr
Li Navenda Orkêş 50 zarokên malbatên DAIŞê tên perwerdekirin
Li Navenda Orkêş 50 zarokên malbatên DAIŞê tên perwerdekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Niha bi hezaran zarokên çekdarên DAIŞê di kampên Hol û Roj yên Rojavayê Kurdistanê de ne, gelek welatên biyanî jî red dikin jin û zarokên xwe yên malbatên çekdarên DAIŞê vegerînin. Li bajarê Qamişlo navendeke taybet bi proseya tevlîkirina zarokên DAIŞê ji bo nav civakê hatiye vekirin, li wê navendê zarok ji bo tevlîkirina nav civakê tên amade kirin.

Navenda Orkêş taybet bi proseya tevlîkirina zarokên DAÎŞê ye bo nav civakê, li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatiye vekirin.

Ev yekem proje ye ku li sînorê Rêveberîya Xweser taybet bi zarokên DAIŞê beriya 6 mehan hatiye vekirin. Di wê navendê de du beşên sereke hene ku beşa piştgiriya derûnî û beşa perwerdeyê ne. Armanca navendê jî amadekrina zarokan e bo tevlî civakê bibin.

Rêveberê Navenda Orkêş Aras Derwêş jî dibêje: “Armanca demdirêj a projeya me ew e ku em wan amade bikin daku bikaribin kesên din qebûl bikin û ligel civakên xwe tevbigerin dema ew hatin vegerandin."

Zêdeyî 50 zarokan li vê derê dersên taybet dixwînin. Temenê wan di navbera 11 bo 17 salî de ye.  Beşek ji dê û bavên wan welatîyên Amerîka, Brîtanya, Firensa û Almanyayê ne. Zarok herwisa werziş û çalakîyên din jî dikin.

Şêwirmend Li Navenda Orkêş Rîm Hassan Rîm el Hassan jî got: “Helbet em guhertinekê dibînin. Ez nikarim bêjim em di şevekê de ferqekê dibînin, guherîn gav bi gav çêdibe. Hefteya yekem ne wek hefteya duyemîn e, hefteya duyemîn jî ne wek a sêyemîn e."

Berpirsên Rêveberîya Xweser jî daxwazê ji welatan dikin ku welatîyên xwe vegerînin.

Hevserokê Ofîsa Dad û Çaksaziyê Xalid Remo got: “Em naxwazin zarok bi awayekî herdem li van navendan bimînin, lê xebatên dîplomatîk xav in, ji ber vê yekê em wiha difikirin ku avakirina navendeke nû bi vî rengî ji aliyê stratejîk ve baştir e.”

Li gor Human Rights Watch, nêzîka 37 hezar kesên bîyanî li kampên Hol û Roj ên Rojavayê Kurdistanê dimînin ku taybet in bi jin û zarokên DAÎŞ. Ji wê hejmarê jî nêzîka 27 hezar welatîyên Iraqê ne û 10 hezar kesên din jî xelkê 60 welatên din in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst