Li Dîlokê jineke ducanî piştî 115 demjimêran hat rizgarkirin

11-02-2023
RÛDAW
Nîşan Dîlok Erdhej Erdheja Mereşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Nurdagi ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê jineke ducanî piştî 115 demjimêran hat rizgarkirin û beriya wê bi yek demjimêrê jî keça wê ya 6 salî hatibû rizgarkirin.

Li hinek parêzgehan kar û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûne lê li navend û navçeyên parêzgeha Dîlokê berdewam in.

Roja Şemiyê 11ê Sibata 2023an li navçeya Nurdagi ser bi heman parêzgehê hejmarek tîmên hawarçûnê li ser hatina deng dest bi kar û xebatê kirin. Piştî demekê li cihê ku beriya demjimêrekê keçeke 6 salî hatibû rizgarkirin dayika wê ya bi navê Zahide Kaya ku ducanî ye jî piştî 115 demjimêran hat rizgarkirin.

Roja 6ê Sibata 2023ê parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê du caran bi hêzên 7.7 û 7.8 pileyan hejiya. Heta niha zêdeyî 20 hezar kesan canê xwe ji dest dane û nêzîka 80 hezar kesan jî birîndar bûne, ji xeynî zerar û ziyanên maddî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst