Ji Partiya DEVA re spasiya Kurdî

11-02-2021
RÛDAW
Nîşan Komeleya Ehmedê Xanî Riha Bakurê Kurdistanê Partiya DEVA Ezîz Baydilli Ahmet Tuysuz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê, serdana Şaxa Partiya DEVA ya Rihayê kir û ji bo tabloya kurdî spasiya wan kir.

Serokê Komeleya Ehmedê Xanî ya Rihayê Ezîz Baydilli û endamên rêveberiyê serdana Serokê Şaxa Rihayê yê Partiya DEVA’yê Ahmet Tuysuz kirin.

Ezîz Baydilli ji Rûdawê re ragihand ku, “Me ji bo helwesta li beramber zimanê kurdî ya rêxistina Rihayê ya Partiya DEVA’yê wan ziyaret kir. Me xwest em spasiya xwe bigihînin birêz Ahmet Tuysuz.”

Baydilli, her kî dike bila bike em piştgiriya gavên erênî di derbarê kurdî de dikin.

Baydilli herwiha got ku, “Em bi Ahmet Tuysuz re li ser astengiyên li pêş kurdî axifîn û em hêvî dikin daleqandina tabelaya kurdî ya Partiya DEVA’yê li bajarên kurdan ji hemû partiyan re bibe mînak.”

Partiya DEVA’ye sala par di meha Adarê de Twittere xwe ya kurdî jî vekiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst