3 bernamzedên jin ên Şaredariya Wanê di weşana zindî de behsa projeyên xwe kir

11-01-2024
Ferdî Sak
Nîşan DEM Partî Bernamzed Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 3 bernamzedên jin ên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên DEM Partiyê di weşana zindî de behsa projeyên xwe kir.

Neslîhan Şadal, Ayşe Mînaz û  Hulya Sonmez 3 bernamzedên jin ên hevserokayetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yên DEM Partiyê ne.

Ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara bê di nav xwe de hevirikiyê li ser wê postê dikin.

Wan di weşaneke zindî de xwe bi dengdêran da naskirin û behsa projeyên xwe yên derbarê Wanê de kir.

"Em bi zimanên cuda roj bi roj tên asîmîlekirin"

Bernamzeda Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şadalê got:

“Pirsgirêka herî mezin, em bi zimanên cuda roj bi roj tên asîmîlekirin. Em dê herî zêde projeyên ji bo zimanê zikmakî pêş ve bibin.

Di vî warî de çi hewce be em dê derbarê wan de plan û projeyan çêbikin.

Çanda Kurd û Kurdewarî û çanda civakî dê çawa pêş ve biçe, polîtîkayên me herî zêde dê li ser çanda Kurd û Kurdistanî bin.”

DEM Partî berbijêrên xwe yên şaredariyên bajarên mezin ên Wan, Mêrdîn û Amedê li gorî encamên dengdaneke navxweyî diyar dike.

Berî wê dengdanê derfetê dide bernemzadên xwe ku di weşanên zindî de ji dengdêran re behsa xebat û projeyên xwe bikin.

Weşana yekem bi bernamzedên jin ên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû.

Li ser pirsgirêkên cuda yên Wanê pirs ji wan hatin kirin.

Wan jî rê û rêbazên xwe yên çareseriyê eşkere kirin.

Bernamzeda Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Ayşe Mînazê jî li ser projeyên xwe got:

“Xala herî girîng destkeftên jinan in ku qeyûman ew kirine armanc û nehiştine, em dê li ser wan deskeftan zêde kar bikin û em ji bo vê yekê tên.

Em dê çi bikin? Em dê navendên xwe yên jiyanê yên jinan ji nû ve vekin. Em dê daîreyên xwe yên polîtîkayên jinan ji nû ve vekin.

Em dê ji hemû civakê re nîşan bidin ku destê jinan çawa li bajarekî hatiye.”

“Ajeldarî û çandinî di çarçoveya planeke dewletê de kêm bûne”

Bernamzeda Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Hulya Çelîk Sonmezê jî anî ziman:

“Wan li gorî amarên dawî yek ji bajarên herî hejar e. Berê Wan di warên ajeldarî û çandiyê de yek ji bajarên herî bibandor bû.

Em demên dawî dibînin ku ev yek di çarçoveya planeke dewletê de kêm bûye.

Di vî warî de divê li herêmên gundewar xebat bên meşandin û bi hevahengiya şaredariyê kooperatîf bên avakirin û piştevaniya wan bê kirin.”

Biryar e îro bernamzedên Mêrdînê û roja înê jî bernamzedên Amedê bi heman awayî derkevin weşana zindî û behsa projeyên xwe bikin.

Dengdana navxwe ya DEM Partiyê ji bo diyarkirina berbijêrên hevserokayetiyê yên her sê Şaredariyên Bajarên Mezin ên Bakurê Kurdistanê 13 û 14ê vê mehê tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst