HAK-PARê li Amedê serdanê PSK, Hereketa Azadî û PAKê kir

11-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) îro li Amedê bi pêşengiya serokê wê partiyê Duzgun Kaplan serdana Hereketa Azadî, Paartiya Sosyaslîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) kir.

HAK-PARê piştî ku roja 13 Mijdarê ragihand ku mafê beşdarbûna hilbijartinan bidest xistiye, niha li Amedê dest bi serdana partiyên Kurdistanî kiriye.

Serokê Giştî yê HAK-PARê Rêzdar Duzgun Kaplan, li gel cîgirên xwe Arîf Sevînç û Davut Bilinmiş, endamê lijneya serokatîyê partiyê Mahsum Çelebî, endamê Meclîsa Partîyê Mustafa Aytaç îro Çarşemê 11ê Çileya 2023yan serdana Hereketa Azadî, PSK û PAKê kirin.

Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan ji Rûdawê re got, eger aliyên ku mafên Kurdan diparêzin platformekê ava bikin, dê bikaribin di siberojê de destkeftên zêdetir bidest bixin.

Duzgun Kaplan diyar kir ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rêyeke taybet bi xwe daye ber xwe, ew xwe weke partiyeke Tirkiyeyî dibîne, lê pêwîstiya wan weke Partiyên Kurdistanî bi hevdengî û yekgirtinê heye.

Kaplan got: “Ew aliyên din Kurdan weke deng hesab dikin, lê em ew partî û aliyên mafên Kurdan diparêzin platformekê ava bikin di paşerojê de dê alternativek çê bibe û em dê bikarin hinek deskeftiyên bi dest bixin. Ji ber wê jî em serdana alî û partiyên dervey blokan ên Kurdistanî dikin û pêşniyarên xwe ji wan re vedibêjin. Em dibêjin mafê HAK-PARê yê beşdarkirina hilbijartinan heye em dikarin vî mafî parve bikin.”

Di derbarê mijara dersa bijarte de jî Kaplan amaje bi wê yekê kir ku pêwîste perwerdeya bi zimanê Kurdî ji pola yekê heta zanîngehê hebe û piştevaniya xwe ji bo kampanya zimanê kurdî ragihand.

Serokê PSKê Bayram Bozyel jî ragihad ku pêwîst e aliyên Kurdî hevpeyamniyeke berfireh ava bikin ku encamên wê yê baş hebin weke nimûne  kar li ser wê yekê bikin ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê.

Bayram Bozyel derbarê siyaseta xwe ya bo hilbijertinên bê yên Tirkiyê de got: “Heta niha me biryara yekalî nedane lê siyaseta me dê di çarçoveya xizmetekirina gelê Kurd de be.”

Ji aliyê din ve Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê jî derbaê serdana HAK-PARê de daxuyaniyek da.

Li gor daxuyaniyê cîgirên Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba û Nurullah Tirmur, Berdevkê partiyê Hanifî Turan û endamê partiyê Şerîf Karakur pêşwazî li şanda HAK-PARê kirin.

PAK diyar dike ku di hevdîtinê de şandên herdu partiyan behsa girîngiya peywendiyên dualî kirin û li ser rewşa Kurdistanê û Tirkiyê, li ser peywendîyên di navbera hêzên neteweyî da bîr û rayên xwe bi hevdu re parve kirin.

Herweha HAK-PARê ji bo nirxandina hilbijartinên çaverêkiriya ya  18ê Hezîrana 2023yê banga civîneke hevbeş li PAKê û hinek partî û tevgerên Kurdan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst