Omer Ocalan banga hilbijartina dersa Kurdî kir

11-01-2022
RÛDAW
Nîşan Omer Ocalan Dersa Bijarte Dersa Kurdî Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan peyamek belav kir û têde daxwaz ji malbatên Kurd kir ku ji bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbêjirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan yê (HDP) Omer Ocalan îro 11ê Çileya 2021ê  ji bo balkişandina li ser hilbijartina dersa hilbijartî ya zimanê Kurdî li ser hesaba xwe yê twitterê peyamek vîdyoyî belav kir û  daxwaz ji xwendekarên Kurd ên diçin dibistanan kir ku dersa Kurdî hilbêjêrin.

Parlamenterê HDPê bang li malbatên xwendekarên Kurd jî  kir ku di proseya hilbijartina dersan de rola xwe bilîzîn û got: “Zimanê Kurdî pêşeroj û rûmeta me ye.”

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê rêziknameya ji bo dersen bijarte ji rêvebirîyên perwerdeya bajaran re şand û proseya dersen bijarte li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê roja 3ê Çileya 2022an destpê kir.

Li gor rêziknameya wezaretê, xwendekarên dibistanên navendî yên polên 5-6-7 û 8an ji 3 heta 21ê Çile dikarin serî li rêveberiya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersên bijarte hilbijêrin.

Ji roja 3ê vê mehê ve malbatên xwendekaran dest bi tejîkirina formên xwendina bi zimanê bijarde li dibistanan kirine. Hinek dibistanan jî bi awayê online form xistine ber destê malbatên xwendekaran. Ji sala 2012an ve li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê, Zanîngeha Alparslan a Mûşê, Zanîngeha Çewlîgê û Zanîngeha Munzurê ya Dêrsimê beşên Ziman û Edebiyata Kurdî hatine vekirin û heta niha 1500 xwendekaran ew beş qedandine, lê ji vê hejmarê tenê 79 mamostayên zimanê Kurdî hatine damezrandin.

Li Bakurê Kurdistanê rêxistinên bi zimanê Kurdî re eleqedar dibin dibêjin, eger hejmara xwendekarên xwendina dersa bijarte ya Kurdî bi herdû zaravayên Kurmancî û Zazakî zêde be, Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê neçar dibe zêdetir mamostayên zimanê Kurdî dabimezrîne û bi vê jî derçûyên Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî wek mamostayên zimanê Kurdî tên damezrandin.

Li her dibistanekê ji bo vekirina polekî Kurdî wek pêwîst divê 10 xwendekar daxwaza dersa bijarte kiribin ku ew pol were vekirin ligel wê proseya serlêdana dersên bijarte ku ji 3ê Çile ve destpê kiriye û dê 21ê Çile bi dawî bibe.

Li gor amarên Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê, di sala xwendina 2015-2016an de, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 77 hezar û 931 xwendekaran dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijartine. Ji vê hejmarê 71 hezar û 616 xwendekaran dersa zaravayê Kurmancî û 6 hezar û 315 xwendekaran jî dersa zaravayê Zazakî hilbijartine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst