Çekdaran Minbic kontrol kir

10-12-2024
RÛDAW
Nîşan Minbic Kontrol Çekdarên Mixalefeta Sûriyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên mixalefeta Sûriyeyê yên ku navê “Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê” li xwe kiriye ragihand ku wan bajarê Minbicê kontrol kiriye.

Piştî 8 salan bajarê Minbicê ji kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derket.

HSDyê bi rêya meclisa sivîl û meclisa leşkerî li Minbicê, asayîş û karûbarên xelkê bi rê ve dibirin.

“Me lingê xwe danî ser serê Esed”

Çekdarekî Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê got:

“Bajarê Minbicê bi tevahî hat azadkirin, me lingê xwe danî ser serê Esed û HSDyê, mezinahî ji bo Xwedê ye.”

Çend roj berê şerekî giran di navbera şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya ser bi HSDyê ve û çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de hebû.

Termên çendîn çekdarên artêşa navborî li nav kolanên Minbicê ketine.

Tirkiye ji kontrolkirina Minbicê kêfxweş bû ku ji 2016ê ve çavê wê li ser wê derê bû.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:

“Li gel wan sozên ku hatibûn dayîn, piştî çendîn sal mana di jêr dagîrkeriya rêxistinên cudaxwaz de, em kêfxweş in ku Til Rifet û Minbic ji terorîstan hatin paqijkirin.”

Minbic ser bi parêzgeha Helebê ve ye û sala 2011ê bi kêmî 120 hezar kes lê hebûn, li gel koçberbûna niştecihên bajarê Helebê û navçeyên derdora wê, hejmara wan zêdeyî 400 hezar kesî bû.

Nêzîkî ji sedî 25ê şêniyên Minbicê Kurd in û ji bilî Ereban, Tirkmen û Çerkez jî hene.

Li Minbicê 4 eşîrên mezin ên Ereb hene û kî desthilat be ew piştgiriya wan dikin.

Minbic dikeve rojavayê Çemê Firatê.

Li ser rêya serekî ya M4ê ye ku Rojavayê Kurdistanê bi Bakur û Rojavayê Sûriyeyê ve girê dide.

Nîşana hoz û eşîretgeriyê bi ser jiyan û helwesta Erebên Minbicê de zal e û ew li gorî berjewendiyên xwe yên darayî tevdigerin.

Kî li navçeyê desthilatdar be ew piştevaniya wan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst