Hewlêr (Rûdaw) - Li Minbicê 2 çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve hatin kuştin û hinek çekdar jî birîndar bûn.
Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya bi ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ragihand ku li çoltera gundên Seyyade û el-Telê yên rojavayê Minbicê di navbera hêzên wan û çekdarên bi ser Tirkiyeyê ve şer û pevçûnan rû daye.
Li gorî ragihandina Encûmena Leşkerî ya Minbicê, di wan şer û pevçûnan de 2 çekdarên ser bi Tirkiyeyê hatine kuştin û hinek çekdar jî birîndar bûne.
Li herêmêm li bakurê Minbicê bi awayekî berdewam di navbera hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û grûpên çekdar ên bi ser Tirkiyeyê ve şer û pevçûn derdikevin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse