Li Semsûrê qeza: 4 mirî û 6 birîndar hene

11-12-2023
Nîşan Semsûr Qeza Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kolikê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîlan li hev xist.

Li gorî DHAyê, di encama vê qezayê de 4 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.

Li gorî heman nûçeyê her du otomobîl li ser rêya Kolik-Siwêregê li hev qelibîn.

Hasan Komur, Fadîlê Komur, Fatman Komur û Gulîzar Ormanê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê 6 birîndar rakirin Nexweşxaneya Kolikê.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran giran e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst