Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê: Tirkiye bi zanebûn kuştin û talankirinê dike

10-12-2019
RÛDAW
Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyek da
Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyek da
Nîşan Roja Mafên Mirovan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, îro li bajarê Qamişlo rêxistinên mafên mirovan xwepêşandanek li ber avahiya Netewên Yekgirtî lidar xistin û daxwaz kirin ku binpêkirinên artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê bidawî werin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê li pêşiya Komseriya Neteweyên Yekbûyî ya koçberan a li taxa Siyahî ya bajarê Qamişlo, daxuyaniyek da û daxuyanî ji aliyê  Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma ve hat xwendin.

Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma got, Artêşa Tirkiyê û girûpên çekdar, bi zanebûn proseya kuştin, talankirin û wêrankirina Serê Kaniyê û Girê Sipî encam didin, armanc jî ew bû ku xelkên resen yên wî bajarî koçber bibin.

Evîn Cuma wiha axivî: “Rewşa mafê mirov gelek têk diçe, û bi taybet ew binpêkirinên ku li ser destê Artêşa Tirkî û grûpên Sûrî yên ser wê, ku li Bakurê Sûriyê encam didin.Em dikarin navê cenosayd û tawanên şer lê bikin, ew tiştê ku me li Serê Kaniyê û Girê Sipî dîtiye dema ku artêşa Tirkî û grûpên Sûrî yên ser wê wan herdû bajaran kontirol kirine.

Artêşa Tirk û grûpên ser bi wê ve bi zanebûn proseyeke kuştin, talankirin û wêrankirina hejmarek mezin ji xanî, dukan û zeviyan kirine, herwiha talankirina dahatên bazaran û zeviyan, ku hemû bûne sedema koçberbûna bi sed hezaran kes ji deverên xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst