KIRMAŞAN – 4 çalakvanên sivîl ên Kurdên Yaresan hatin desteserkirin

10-11-2023
RÛDAW
Nîşan Kurdên Yaresan Kirmaşan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, 4 endamên Encûmena Şêwirmendiyê ya Çalakvanên Sivîl ên Kurdên Yaresan hatin desteserkirin.

Encûmena Şêwirmendiyê ya Çalakvanên Sivîl ên Kurdên Yaresan têkildarî bûyerê daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, 4 endamên wan ên bi navên Emîn Ebasî, Xêrulah Heqcuyan, Pakzad Tahirî û Nûşad Tahirî li 15 kîlometeyan dûrî Serpêla Zehawê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ew ji bo dîtina Sekreterê Eniya Yekgirtî yê Kurd û Berdevkê Encûmena Şêwirmendiya Çalakvanên Sivîl ê Yaresanan Siyaweş Heyatî çûbûn Qesra Şîrînê.

Ew dema ji Qesra Şîrînê vedigeriyan hatine desteserkirin.

Siyaweş Heyatî, bi tohmeta propagandanaya li dijî desthildaran salekê cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.

Siyaweş Heyatî ku di Girtîgeha Dizlawayê ya Kirmanşanê de tê girtin, roja pêncşemê destûr hat dayîn ku hefteyekê ji girtîgehê derkeve.

Encûmena Şêwirmendiya Çalakvanên Sivîl ê Yaresanan sala 2013yan li Kirmaşanê hat damezrandin.

Ew bi armanca parastina nasnameya olî, aştiya neteweyî, azadî, mafên wekheviya welatiyan û jinavbirina cudakariyê xebatên xwe dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst