AMED - Xelk êdî nikare goştê sor bixwe

10-11-2023
Abdulselam Akinci
AMED - Xelk êdî nikare goştê sor bixwe
AMED - Xelk êdî nikare goştê sor bixwe
Nîşan Goşt Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber bihabûnê xelk êdî nikare goştê sor bixwe. Kîloyek goştê sor bûye nêzîkî 400 lîreyî û hêza xelkê nîne ku goşt bikire.

Bi milyonan welatî yan qet nikarin goşt bikirin yan jî du mehan carekê heger kîloyek an jî du kîloyan dikirin ku ew jî serkeftineke mezin e.

Enflasyona zêde, nebûna hêza xelkê, rewşa bazarê goşt li welatiyan heram kiriye.

Salên borî weke alternatîfa goştê sor xelkê mirîşk dikirî lê êdî kiloya goştê mirîkan jî ji hêza xelkê derbas bûye.

Salih Yaşar xanenişînekî Amedî ye, hatiye qesap ku goşt bikire, li dezgahê goştfiroş li hemû cure goştan yek bi yek dinêre lê ji nirxê goşt desten wî naçin berîka wî, desten wî herin berîka wî jî di kîsê wî de jî ji bo bi dilê xwe goşt bistîne pere jî nîne û bi ser de deyndarê goştfiroşê jî.

Malnişîn Salih Yaşar got:

“Ma bi 7 hezar û 500 lîre derbasî dibe? Ez mehê carekê yan kîloyekê dikirim yan jî nakirim. Kîloya ku ez dikirim jî çar caran ez dikim xwarin. Yanî ez çar şîvan pê çêdikim.”

Apê Salih gilî û gazincên xwe rêz kir, dû re bi kîloyek kezeb razî bû û berê xwe da mala xwe lê wekî wî bi milyonan welatiyên din jî hene ku rewşa wan jî bi heman awayî ye.

Welatiyê bi navê Ebdulqadir Aslan anî ziman, “Ez du mehan carê dikirim yan nakirim. Ez bi piranî mirîşkan dikirim.”

“Goşt pir bihaye em nikarin bixwin”

Welatî Enver Karakaş jî li ser bihabûna goşt got:

“Mehê carekê em dikirin. Em çend hestî mestiyan dixin ber sebze mebzeyan ewqas yanî. Goşt pir bihaye em nikarin bixwin.”

Welatî Ebdurehîm Acar anî ziman, “Kinc û mincan bide aliyekî ev sê sa lin em nikarin xwarinê bixwin.”

Welatiya bi navê Melek Avê jî got:

“Çar, penc meh in min goşt neaniye mala xwe. Ez nikarim bidim gedeyên xwe. Biha ye çar, pênc meh in min nekiriye. Encax ez mehê carekê goştê mirîşkan dikirim.”

Li gorî Komeleya Yekîtiya Pîşesazî û Hilberînerên Goştê Sor sala 2017an serê her welatiyekî salane 14 kîlo goşt diket, di şeş salan de ev reqem daketiye 7 kîloyan.

Bi vê rewşê di warê xwarina goşt de welatên wek Paragûay, Zelandaya Nû û Afrîkaya Başûr jî Tirkiye derbas kirine.

“Ji welatiyan re giran tê”

Goştfiroş Ebdulxenî Eraslan jî li ser bihayê goşt anî ziman:

“Niha em goştê berxan bi 280 lîreyî didin. Goştê qûşbaşiyê canegayan jî bi 380 lîreyî didin, qîme jî bi 380 lîreyî. Ev reqem jî ji welatiyan re giran tê.”

Goştfiroşekî din ê bi navê Mehmet Kurt jî got:

“Ji deh hebên ku tên bihayê goşt dipirsin, ji wan du, dê kes yan goşt dikirin yan jî nakirin, yên din jî paş ve vedigerin diçin. Dilê me pir bi însanan dişewite, bi rastî jî wijdana me li vir nerehet dibe.”

Li gorî pisporên sektora goşt, ji ber krîza aboriyê, polîtîkayên şaş ên ajeldariyê, enflasyona bilind, lêçûnên zêde yên xwedîkirina ajelan berhemanîn kêm bûye.

Nebûna hêza kirînê ya xelkê, nirxê zêde yê goşt jî ev rewş derxistiye holê. Nayê zanîn ka dê kengî dîsa balansek were aboriyê û rewşa welatiyan baştir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst