KERKÛK – Biryara qedexekirina tîpên Kurdî hat betalkirin

10-11-2023
Nîşan Kerkûk Navên Kurdî Tîpên Kurdî Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveveriya Perwerdeya Giştî ya Kerkûkê, biryara qedexekirina tîpên Kurdî betal kir.

Rêveveriya Perwerdeya Giştî ya Kerkûkê, ji dibistanan xwestibû, “Dema zarok tên qeydkirin ji dêlva tîpên Kurdî yên di navên wan de tîpên Erebî werin nivîsandin.”

Rêveveriya Perwerdeyê bi nivîseke nû ji aliyên pêwendîdar xwest ku tîpên “j-ژ, pپ-, vڤ-, çچ-, gگ-, oۆ-, l (“l”ya qelew /ڵ), r (“r”ya qelewڕ/) û êێ-”yê li formên elektronîk ên qeydan werin zêdekirin.

Rêveberiya Perwerdeya Giştî ya Kerkûkê ev nivîs îro şand û xwest ku biryara nû were bicihkirin.

Li gorî biryara berê ev tîpên Kurdî di forman de nebûn û li cihê wan tîpên tîpên Erebî yên nêzîkî wan dihatin nivîsandin.

Li gorî agahiyên Rûdawê, ev biryar li ser xwesteka Wezareta Perwerdeyê ya Îraqê hatiye wergirtin.

Di belgeyan de pirsgirêk derdikevin

Wezareta Perwerdeyê ya Îraqê daye zanîn ku dema nav wekî formên xwe yên resen neyên nivîsandin di belgeyan de pirsgirêk derdikevin û Wezareta Perwerdeyê van belgeyan dişîne da ku werin rastkirin.

Çavkaniyên ji Kerkûkê destnîşan kir ku ev pêvajoya rastkirina belgeyan du-sê mehan berdewam dike û karên fermî bi paş dikevin.

Piştî ku Rûdawê ev mijar anî rojevê, ev biryara Rêveveriya Perwerdeya Giştî ya Kerkûkê hat betalkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst