Mesrûr Barzanî: %65 ji xwendekaran li Zanîngeha Amerîkî li Duhokê bê beramber dixwînin

10-11-2022
RÛDAW
Mezrûr Barzanî: %65 ji xwendekaran li Zanîngeha Amerîkî li Duhokê bê beramber dixwînin
Mezrûr Barzanî: %65 ji xwendekaran li Zanîngeha Amerîkî li Duhokê bê beramber dixwînin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistyanê Mesrûr Barzanî, spasiya Kompanyaya Genel Energy dike ku, derfeta xwendina bi bê beramber pêşkêşî 20 xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistan li Duhokê kiriye û hêvî kir ku kompanyayên din jî, çav li Kompanyaya Genel Energy bikin. Barzanî hewiha eşkere jî kir ku, %65 ji xwendekaran li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistan li Duhokê  bê beramber dixwînin.

Îro Pêncşemê 10-11-2022, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Rêveberê Cîbicîkar ê Kompanyaya Genel Energy û Serokê Zanîngeha Ameîrkî li Duhokê, di rêûresmekê de û 20 zemaleyên xwendinê hatin dan ji bo xwendekarên wê zanîngehê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di wê rêûresmê de gotarek pêşkêş kir û kêfxweşiya xwe pêşan da ku, di ku, di helkefteke wiha de, di warê xwendinê de beşdar e ku, dabînkirina xwendina bê beramber ji bo 20 xwendekaran ji aliyê Kompanaya Genel Energy ve.

Mesrûr Barzanî spasiya Genel Energy kir ji bo dabînkirina wê derfetê ji bo wan xwendekarên behredar ku, qonaxeke nû ji xwendinê destpê dikin û hêvî kir “Di paşerojê de bibine kesin xwedî bandor û serkirdeyên xwedî karîn ên gelê me.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hêvî kir ku, Kompanyayên din jî çav li Kompanyaya Genel Energy bikin “ji bo ku ev cor ji derfetan ji bo xwendekarên me bêne peydakirin da ku xelkine din bêhtir bikaribin sûdê ji wê derfetê bibînin.”

Bi gotina Mesrûr Barzanî, %65 ji wan xwendekarên ku li wê zanîngehê dixwînin ji wan kesan in ku bi bê beramber dixwînin û got: “Kêfxweş im ku dibînin Zanzîngeha Amerîkî gelek xwendekaran werdigire û bûye cihekî ku gelek ji wan xwendekarên ku çavên wan li xwendineke kwalîteya bilind e, berê xwe didine Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistan li Duhokê. Dikarim bibêjim %65 ji wan xwendekarên ku li zanîngehê dixwînin, ji wan kesan in ku bi bê beramber ji aliyê wan kompanyayên weke Genel Energy, Wezareta Derve ya Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîka, zanîngeh û Wezareta Xwendina Bilind alîkariyê dikin û bi bê beramber dixwînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst