Li Kerkûkê bombek bi hêzên Îtalî ve teqiya

10-11-2019
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Îtalya Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro bombek bi şêwirmendên leşkerî yên Îtalyayê ve teqiya û di encama teqînê de 5 şêwirmendên serbazî yên wî welatî birîndar bûn.

Li gor agahiyan, teqîn li nêzîkî qada rahênan û perwerdeya leşkerî li Kerkûkê pêk hatiye ku li wê derê efserên Îtalî rahênanê bi hêzên Iraqê dikin.

Piştî bûyerê, birîndar bi helîkopterên serbazî yên hêzên Amerîkayê bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.

Wezareta Berevaniya Îtalyayê dibêje, sê ji birîndaran birînên wan giran e.

Fermandarê Artêşa Îtalyayê, ji medyaya fermî ya Îtalyayê re ragihandiye, yek ji birîndaran piyekî xwe ji dest daye, yekî din jî zirar gihîştiye beşa hundirê laşê wî.

Wezareta Berevaniya Îtalyayê herwiha dibêje, ew şêwirmendên leşkerî beşek in ji wê hêza taybet ku bi rêya rahênanên bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê roleke bi bandor di şerê li dijî DAIŞê de hebûne.

Wezîrê Berevaniyê yê Îtalyayê, Lorenzo Guerin û Serfermandarê Artêşa Îtalyayê, General Enzo Vecciarelli ragihandine, ku ew bûyer û geşedanan ji nêzîk ve dişopînin.

Îtalya li Iraqê xwediyê 800 serbaz û 40 pispor û şêwirmendên serbazî ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst