Hêzên Tirkiyê gundên Minbic, Eyn Îsa û Zirganê topbaran kirin

10-10-2022
RÛDAW
Nîşan Artêşa Tirkiyê Rojava Topbaran Minbic Eyn Îsa Zirgan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Tirkiyê hejmarek gundên ser bi Minbic, Eyn Îsa û Zirganê li navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de bi dijwarî topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, roja 9ê Cotmehê hêzên Tirkiyê gundên Dada Ebdal, Xirbit Şiîr, Merhemlê, Bûbî, Esediye û Rebîat ên navçeya Zirganê li bakurê rojavayê Hesekê bi dijwarî topbaran kirine.

Herwiha aş û benzînxaneya bajarokê Zirganê jî hatine topbarankirin.

Di encama topbaranê de pêleke derbiderbûnê ji wan gundan destpê kiriye.

Roja 8ê Cotmehê jî, hêzên Tirkiyê gundên Derdare, Esediye, Rebîat, Kisra, Medmûre û Dada Ebdal li herdû navçeyên Zirgan û Til Temirê li bakurê rojavayê bajarê Heseke yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kiribûn.

Hêzên Tirkiyê Eyn Îsa jî topbaran kirin

Hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê bajarokê Eyn Îsa û gundên derdorê li bakurê Reqayê bi zêdeyî 60 topan kirin armanc û di encam de zerareke zêde gehişte mal û milkên xelkê navçeyê.

Roja 5ê Cotmehê jî, hêzên Tirkiyê pêgehên HSDê li eniya gundên el-Silêbî û Bîr Ereb li rojavayê Girê Sipî li bakurê Reqayê kiribûn armanc.

Herêma Minbicê jî hat topbarankirin

Hat ragihandin ku hêzên Tirkiyê îro 10ê Cotmeha 2022an hejmarek gundên herêma Minbicê jî ku di kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser de ye, topbaran kirine.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê ya ser bi HSDê ve ragihandiye, gundên El-Masî, el-Diyabat û Ewn el-Dadat ên Minbicê li rojhilatê bajarê Helebê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatine topbarankirin.

Ti zanyarî derbarê zirarên topbaranê de hêj nehatine zanîn lê li gor agahiyên destpêkê di encam de gundiyan malên xwe bicîh hiştine.

Rojên 5 û 6ê Cotmehê jî, hêzên Tirkiyê gundên bakurê Minbicê bi dijwarî topbaran kiribûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst