Şer dijwar dibe; 9 topên hawan li navenda Kaniya Xezalan ketin

10-10-2019
RÛDAW
Êrîşan metirsî bo ser jiyana akinciyên navçeyê çêkiriye
Êrîşan metirsî bo ser jiyana akinciyên navçeyê çêkiriye
Nîşan Çarenivîsa Rojava Kaniya Xezalan Tirkiye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji destpêkirina êrişa artêşa Tirkiye bo ser Rojavayê Kurdistanê ve 9 topên hawin li navenda navçeya Kaniya Xezalan a Rihaya Bakurê Kurdistanê ketine û ji tirsa xelkê navçeyê êdî hêdî hêdî ji mal û cihên xwe derdikevin.

Roja Çarşemê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ser bi opozisyona Sûriyê dest bi operasyona leşkerî bo ‎ser Rojavayê Kurdistanê kirin û îro di duyemîn roja xwe de ye.

Peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak ji Kaniya Xezalan ragihand ku ji destpêkirina êrişa artêşa Tirkiye û çekdarên opozisyona Sûryê ya bo ser rojhilatê Feratê 9 topên hawin li navenda navçeya Kaniya Xezalan ketine ku beşek ji avahiyên bûne armanc avahiyên fermi yên dewletê ne.

Maşallah Dekak da zanîn ku hawanek li avahiya Rêveberiya Perwerdeya Navçeyê û yek jî li nêzîk avahiya asayişa navçeyê ketiye.

Peyamnêrê me da zanîn ku vê êrîşê metirsî bo ser jiyana akinciyên navçeyê çêkiriye û xelkê ‎koçber dibin.

Heta niha ti amarên fermî derbarê encamên topên hawin de nînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst