Kurdekî astengdar li Efrînê kuştî hat dîtin

10-09-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Qenber Hisên Elo Kuştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, termê kesekî Kurd di nav golekê de hat dîtin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku Qenber Hisên Eloyê 55 salî yê ji gundê Kêlayê yê nahiyeya Bilbilê, berî nêzîkî 20 rojan winda bûbû.

Li ser  Qenber Hisên Eloy wê demê ti zanyarî nehatibûn bidestxistin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, 08ê Îlona 2024an termê Qenber Hisên Elo di nav goleke avê de hat dîtin.

Ew gol li nahiya Recoyê ya Efrînê li nêzîkî durêya gundê Zerkayê ye.

Piştî ku bêhn li derdora golê belav bû, êdî xelkê zanî ku termê Qenber di nav avê de ye.

Li gorî rapora bijîşkî, Qenber hatiye kuştin û kesekî yan jî hinek kesan cenazeyê wî avêtiye nav ava golê.

Tîmên Parastîna Sivîl a Sûriyeyê cenaze ji nav avê derxist.

Cenazeyê Qenber Hisên Eloyê roja yekşemê li gundê Kêlayê bi xakê hat spartin lê heta niha kujerên wî nehatine naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst