Dersên Kurdî: ‘Armanca Tirkiyeyê mijûlkirina gelê Kurd e’

10-09-2023
Rifat Ronî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Rifat Ronî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan MED DER Rifat Ronî Dersên Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rifat Ronî got li ser dersên Kurdî yên li dibistanên fermî got ku “Armanca Hikûmeta Tirkiyeyê ne pêşxistina Kurdî ye, mijûlkirina gelê Kurd e.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sibe sala xwendinê ya 2023-2024an dest pê dike.

Hevserokê berê yê MED DERê û çalakvanê zimanê Kurdî Rifat Ronî têkildarî pêvajoya sala nû û rewşa Kurdî ya di pewerdeyê de axivî.

Hevserokê berê yê Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî, di bultena Rûdawê de bû mêvanê Sîma Abxizirê.

Rifat Ronî derbarê şert û mercên xwendina sala nû û girîngiya zimanê dayikê de nirxandinên girîng kirin.

“Armanc ne pêşxistin e, mijûlkirin e”

Rifat Ronî li ser perwerdeya sala nû wiha axivî:

“Mixabin wekî sed salên borî, îsal jî zarokên Kurd ji mafê xwe yê perwerdeya zimanê dayikê bêpar dest bi xwendinê dikin.

“Zimanê dayîkê bi awayekî fermî hatiye qedexekirin”

Di zagona Tirkiyeyê ya bingehîn de hatiye diyarkirin ku ji xeynî zimanê Tirkî tu zimanên din nabin zimanê perwerdeyê.

Zimanê dayîkê bi awayekî fermî hatiye qedexekirin. Ev qedexe bandoreke mezin li zarokên Kurd dike.”

Ji bo xwendina îsal milyonek û 201 hezar û 138 mamoste hatine peywirdarkirin û ji van jî tenê 132 kes mamosteyên Kurdî ne.

“Armanca wan mijûlkirina gelê Kurd e”

Rifat Ronî amaje pê kir ku armanca Tirkiyeyê mijûlkirina gelê Kurd e û got:

“Li Tirkiyeyê ji sala 2013an heya niha dersa bijare ya Kurdî heye lê ji wê demê ve daxwaz û pêşniyariyên gelê Kurd nehatine pirsîn.

Mînaka berbiçav, li gorî pêwîstiyê mamoste nehatin wergirtin. Ger bi sedan pol hatibin vekirin jî ji bo van polan tenê 3 mamoste hatine peywirdarkirin.

“Armanca wan ne pêşxistina ziman e, mijûlkirina gelê Kurd e.”

Rifat Ronî herwiha eşkere kir ku ji sala 2006an ve ew wekî saziyeke ziman kursên Kurdî didin.

"Ku eleqeya gel zêde bû dewletê kursên Kurdî girtin"

 Ronî da zanîn ku dewletê ji ber eleqeya zêde ya gelê Kurd kursên Kurdî girtine û pê de çû:

“Ji bo kursên tên dayîn jî eleqeyeke mezin a gel heye. Dema dewletê dît ev eleqeya ji bo kursên Kurdî zêde bûye, sala 2016an bi biryarnameyekê ev kurs girtin.

Piştî wê, wan saziyan xwe ji nû ve ava kir. Ev perwerdeyên me jî didomin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst