Dadgehê cezayê zindanîkirinê da Hevserokê berê yê Şaredariya Wanê

10-09-2018
RÛDAW
Nîşan Dadgeh Wan Bekir Kaya Zindanîkirin
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Dadgehê ji bo Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya 8 sal û 9 meh cezayê zindanîkirinê da.

 

Dadgeha 1emîn Cezayê Giran a Wanê derbarê 13 kesan de ku di nav wan de Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya jî heye, bi hinceta "endamtiya rêxistina terorê" cezayê zindanîkirinê da.

 

Dadgehê ji Bekir Kaya, Cuneyt Caniş, Veli Avci, Nezahat Erguneş, Halis Çakir ve Metin Adugit re 8 sal û 9 meh, ji Mehmet Şirin Yildiz, Murat Durmaz, Îhsan Guler, Abdulkerim Sayan ve Mihriban Şah, Derviş Polat re 7 sal 6 meh û ji Hecer Sarihan re jî 6 sal û 3 meh ceza da.

 

Di sala 2012an de doza ku li Dadgeha 1emîn Cezayê Giran a Wanê bi navê "Doza Bingehîn a KCKê ya Wanê" dihat dîtin, ji Hevserokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya, Cuneyt Caniş û Veli Avci re 15 sal, ji Nezahat Erguneş, Halis Çakir û Metin Adugit re 13 sal û 6 meh cezayê zindanîkirinê hatibû dayîn. Doz ji Dadgeha Bilind re hatibû şandin û ev biryarên ku hatibûn dayîn ji aliyê Dadgeha Biilind ve hatibûn hilweşandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst