Balyozê Amerîkayê pabendbûna welatê xwe bo alîkarîkirina Kurdistanê dubare kir

10-08-2021
Samî Ergoşî
Nîşan Mesûd Barzanî Amerîka Matthew Tueller
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Amerîka yê Iraqê Matthew Tueller civiyan û di wê hevdîtibnê de Tueller pabendbûna welatê xwe bo alîkarîkirina Herêma Kurdistanê dubare kir.

Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê 10ê Tebaxa 2021ê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Amerîka yê Iraqê Matthew Tueller kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Amerîka li Hewlêrê Robert Palladino amade bû, Balyozê Amerîka li Iraqê pesnê rola çanda pêkvejiyana di navbera pêkhateyên olî yên Herêma Kurdistanê yên cuda de da û ji bo parastina wê pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê heye destxweşî li sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê kir.

Rehendên giştî yên diyaloga stratejîk a di navbera Amerîka û Iraqê hat gotûbêjkirin û Balyozê Amerîka yê Iraqê pabendbûna welatê xwe ya bi alîkarîkirina Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha palpiştîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û pêşxistina peywendiya di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê di warên kultûrî û akademî û aborî de dubare kir.

Her di wê civînê de herdu aliyan behsa proseya siyasî û jiyan û rewşa welatiyên Iraqê û gefên li ber hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û di derbarê qonaxên piştî hilbijartinên Iraqê û peywendiya di navbera aliyên Kurdistaniyan û aliyên Iraqiyan de kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst