Rojhilatê Kurdistanê: Bi dehan hektar zeviyên genim û ceh şewitîn

10-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Şewitîna Zeviyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Xoremawayê yê Rojhilatê Kurdistanê bi dehan hektar zeviyên genim û ceh şewitîn.

Ji ber agirê li parêzgehên Loristan û Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê, bi dehan hektar ji genim û ceh li bajarê Xoremawa yê navenda parêzgeha Loristanê û bajarê Giyelan ê parêzgeha Kirmaşanê şewitîn.

Qaymeqamê bajarê Xoremawayê Mihemed Baqî Ehmedî got, “Duh genim û cehê sê gundên ser bi wî bajarî şewitî ne ku nêzî 35 hektar genim û ceh şewitîn û 113 kewarên mêşan jî ziyan dîtine.”

Mihemed Baqî Ehmedî destnîşan kir di lêkolînên destpêkê de diyar bûye ku ew agir ji ber xemsariyê bûye.

Saziya Çandiniyê ya Xoremawayê di raporekê de eşkere kiriye ku bi buhaya 2 milyar û 400 milyon tumen ku 48 hezar dolaran dike, ziyana wî agirî bûye û ew cotkarên ku ziyan dîtine berhemên xwe bîme nekirine.

Her wiha Rêveberê Saziya Çandiniyê ya Giyelanê ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê da xuyakirin ku roja Înê nêzî 150 hêktar genim li sê gundên wî bajarî şewitîne, ji ber bayê nekarîne agir kontrol bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst