Hewlêr: 4 kes ji vîrusa koronayê rizgar bûn

10-06-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Hewlêr Coronavirus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê ragihand, îro 4 pêketiyên din ên vîrusa koronayê baş bûn û bi vê yekê hejmara giştî ya kesên ku ji vê nexweşiyê rizgar bûne, bo 546 kesan bilind bû.

Di daxuyaniyekê de, Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê aşkere kir, ku 4 kes ji tûşbûyên koronayê ku ew demek e li nexweşxaneyê hatibûne razandin, rewşa wan a tendirustiyê baş bûye û ji vîrusa koronayê rizgar bûne.

Li gor daxuyaniyê, piştî wergirtina çareseriyan, herî dawî çend caran pişkinîn ji wan kesan re hatin kirin ku encamên wan pişkinînan negatîv derketin, lewma biryar hat dan, ku ew bo malên xwe bêne şandin.

Li gor amarên fermî yên Wezareta Tendirustiyê, heta niha li Hewlêrê 491 tûşbûyên koronayê hatine tomarkirin, ku 247 kes ji wan baş bûne, herwiha 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst