Hilbijartinên Rojavayê Kurdistanê: Li Minbicê amadekarî tên kirin

10-05-2024
RÛDAW
Nîşan Minbic Hilbijartinên Şaredariyan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Gelan a Kantona Minbicê ji bo hilbijartinên şaredariyan amadekariyên xwe yên dawî dike.

Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser amadekarî ji bo hilbijartinên şaredariyan berdewam dikin.

Li Minbicê civînên taybet li ser hilbijartinên xwecihî bi rê ve diçin.

Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinan de Encûmena Gelan a Kantona Minbicê doh di civîna xwe de hejmarek ji mijarên girêdayî hilbijartinan gotûbêj kir.

Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Gelan a Kantona Minbicê Mihemed Şêxo li ser amadekariyên hilbijartinan got:

“Civîneke asayî ya Encûmena Gelan li Kantona Minbicê hat lidarxistin.

Ajandaya civînê li ser gotûbêjkirin an jî xwendina yasaya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û şirovekirina madeyên wê yasayê bû.”

Mijarên girêdayî yasaya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û pêkanîna komîteyeke komîsyonê ya Kantona Minbicê jî hatin gotûbêjkirin.

Li gorî gotina Mihemed Şêxo yasaya dabeşkirinên rêveberî û mekanîzmaya bicihkirina wê jî di civînê de hatin şirovekirin.

Meclîsa Gel a Demokratîk a Rêveberiya Xweser Sibata sala 2024an yasaya Komîsyona Bilind a Hilbijartinan pesend kiribû.

28ê Adara 2024an Komîsyona Bilind a Hilbijartinan civîna xwe ya yekem li dar xistibû û biryar dabû ku 30ê Gulanê hilbijartinên şaredariyan werin lidarxistin.

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan li 7 kantonên û herêmên Rêveberiya Xweser ên wekî Şehba, Efrîn, Minbic, Ferat, Tebqa, Reqa, Dêrezor û Cizîrê dest bi avakirina komîteyên hilbijartinan kiriye.

Di hilbijartinan de dê li ser asta 121 navendan hevserokên şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan werin hilbijartin.

Li Rêveberiya Xweser mafê 3 milyon kesan heye beşdarî dengdanê bibin.

Li aliyê din ew penaberên zêdetirî 5 salan e li Rêveberiya Xweser niştecih bûne jî dikarin beşdarî hilbijartinan bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst