Sêyemîn deriyê sînor ê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de tê vekirin

10-05-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Herêma Kurdistanê Tirkiye Deriyê Sînor ê Zêtê Rûbarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro dê di merasimekê de bi awayekî fermî deriyê Zêtê-Rûbarûk ê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de bê vekirin. Berpirsê Îdareya Xweser a Soranê dibêje, “deriyê nû di destpêkê ji bo serdanan û geştyariyê tê vekirin, lê belê dê paşê were berfirehkirin û karê bazirganî jî di wî deriyê sînor de bê kirin.”

Di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de deriyekî sînorî yê nû tê vekirin. Derî li aliyê Bakurê Kurdistanê li gundê Girane yê navçeya Rûbarokê ye ku ser bi parêzgeha Colemêrgê ve ye û li Başûrê Kurdistanê li gundê Zêtê yê navçeya Soranê ye.

Li aliyê Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê xebatên ji bo vekirina Deriyê Sînorî yê Girane (Umurlu) berdawam in.

Serpireştê Îdareya Xweser a Soranê, Helgurd Şêx Necîb îro Çarşemê 10ê Gulana 2023an ji Rûdawê re ragihand: “Îro demjimêr yekê piştî nîvro di merasîmekê de ku dê parêzgarên Hewlêr û Colemêrgê, ez û Mela Mistefa Barzanî (kurê serok Mesûd Barzanî) têde amade dibin, deriyê Zêtê dê bi fermî bê vekirin.”

Helgurd Şêx Necîb diyar kir, deriyê nû di destpêkê ji bo serdanan û geştyariyê tê vekirin, lê belê dê paşê were berfirehkirin û karê bazirganî jî di wî deriyê sînor de bê kirin.

Ev sêyemîn deriyê sînorî di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de ye. Deriyê nû her du parêzgehan Hewlêr û Colemêrgê bi hev ve girêdide û dê bibe sedema asanbûna hatin û çûna xelkê herêmê û herwiha pêşketina karê bazirganiyê.

Ji bilî deriyê sînorî yê Zêtê-Rûbarokê, di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de du deriyên din ên sînorî hene ku her du jî li parêzgeha Duhokê ne; yek ji wan deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl e ku li aliyê din jê re Xabûr tê gotin, ya din jî deriyê sînorî yê Serzêrê ye.

Serpireştê Îdareya Xweser a Soranê dibêje, xelkê herêmê yên li her du aliyên sînor pêwendiyên wan ê civakî hene û dê bi vekirina vî deriyê sînorî yê nû ew pêwendî bihêztir bibin û dê hatin û çûna wan asantir bibe, ji ber rêya wan nêzîktir dibe.

Bi gotina Helgurd Şêx Necîb, deriyê sînorî yê Zêtê-Rûbarokê deriyekî fermî ye û bi agahdariya Hikûmeta Iraqê tê vekirin. Helgurd Şêx Necîb herwiha got: “Ji îro pê ve hemû welatî dikarin di vî deriyê sînor re hatin û çûnê bikin.”

 

 

Sala 2013 biryara vekirina deriyê sînorî yê Zêtê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatibû dan, lê belê ji ber krîza darayî û şerê DAIŞê vekirina derî paşket.

Şaredarê Rûbarokê Ekrem Çetinkaya îro li ser sînor ji peymanêrê Rûdawê Şewket Herkî re ragihand, piştî demeke dûr û dirêj û amadekariyan îro deriyê sînor ê Zêtê tê kirin û diyar kir, xelkê herêmê bi vekirina vî deriyê nû yê sînor gelek kêfxweş in.

Ekrem Çetînkaya got, îro piştî vekirina deriyê sînor, dê hatin û çûna xelkê dest pê bike û tekez kir, di paşerojeke nêzîk de dê karê bazirganiyê jî li deriyê sînor ê Zêtê dest pê bike.

 

 

Şaredarê Rûbarokê pêştir roja 27ê Nîsanê ji Rûdawê re gotibû, biryar hatiye dayîn Deriyê Sînorî yê Zêtê-Girane berî hilbijartina 14ê Gulanê bê vekirin.

Cîgirê Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Riza Tuna Turagay jî roja 26ê Nîsanê serdana navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê kiribû û ji bo amadekariyên vekirina deriyê sînorî yê nû talîmat dabûn.

Derbarê amadekariyên ji bo vekirina deriyê sînorî de, Qaymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed berê ji Rûdawê re gotibû: “Di qonaxa yekem de biryar hatiye dayîn ku Deriyê Sînorî yê Zêtê ji bo geştyaran bê vekirin û niha em mijûlî çêkirina cihekê ne ji bo cîbicîkirina karûbarên geştyaran. Hevdem em dest bi çêkirina rêya deriyê sînor kiriye ku 13 kîlometre ye.”

Roja 7ê Gulana 2023an (berî 3 rojan) şandeke leşkerî bi serpireştiya Supasalarê Pêşmerge Ferîq Rukin Îsa Uzêr serdana deriyê sînorî yê Zêtê kirin û ji aliyê Qaymeqamê Mêrgesorê ve Ala Kurdistanê li vî deriyê sînor hat bilindkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst