Alan Kurdî ji dayîk bû

10-04-2020
RÛDAW
Di 2yê Berfanbara 2015an, Alan Kurdî ligel dayika xwe Rîhanê û birayê xwe Xalib li deryaya Egeyê de xeniqîn
Di 2yê Berfanbara 2015an, Alan Kurdî ligel dayika xwe Rîhanê û birayê xwe Xalib li deryaya Egeyê de xeniqîn
Nîşan Alan Kurdî Ebdullah Kurdî Kurdistan Kobanî Derya Egeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ebdullah Kurdî piştî ku tevahiya endamên malbata xwe 2 sal berê di Deryaya Egeyê de ji dest dabûn, bi keçeke Kobaniyê re zewicî bû û îro li nexweşxaneyeke Hewlêrê zarokek ji wan çê bû û navê wî kirin Alan Kurdî.

Alan Kurdî ji dayik dibe, ev mala Ebdula Kurdî ye ku sala 2015an, du zarok û hevjîna wî di deryaya Egeyê de xeniqî bûn.

Dîmenên Alan Kurdî li peravên deryayê, li seranserê cîhanê deng vedabû, lewma piştî 5 salan, zarokekî din ji hevjîna wî Fayize re çê dibe û navê zarokê xwe yê xeniqî Alan Kurdî lê dike.

Ebdula Kurdî, bavê Alan Kurdî dibêje, “Hemd ji Xwedê re ku zarokekî da min û min tawîz kir. Ji vî zarokê xwe re ez hêviya jiyana xweş dixwazim, biçe dibistanê, bixwîne, weke her zarokekî bijî, ez vê hêviyê ji bo hemû zarokan dixwazin.”

Berî du salan Ebdula Kurdî, dizewice Fayize ku ew jî xelka Kobanî ye, Fayize dixwaze hevjînê wê êş û derdên xwe ji bîr bike û ew dest bi jiyaneke nû bike.

Fayize, Hevjîna Ebdula Kurdî dibêje, “Ez dixwazim Alan mezin bikim, biçe dibistanê û em jiyaneke xweş derbas bikin.”

Di 2yê Îlona 2015an, Alan Kurdî ligel dayika xwe Rîhanê û birayê xwe Xalib li deryaya Egeyê de xeniqîn, êdî ew bû sembol.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst