Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê sir û seqem jiyan zehmet kiriye

10-01-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Barîna Berfê Sir û Seqem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Erzerom, Qers, Mûş, Erdexan, Wan, Dêrsim, Agirî, Îdir û Colemêrgê yên Bakurî Kurdistanê serma piştî barîna berfê jiyana welatiyan zehmet kiriye.

Li piraniya wan parêzgehan sir û seqemeke dijwar heye. Her wiha pileyên germê jî bi şev dadikevin bin sifrê û ev jî dibe sedema qeşagirtina rêyan, otomobîl û camên malan.

Li parêzgeha Erzeromê şevê din berf bariya û heta berê sibehê berdewam kir û piştî berfê sir û sermayek zêde destpê kiriye.

Herwiha li Agirî jî ji ber berfa doh bariya îro sermayeke zêde heye. Çem û rûbarên parêzgehê qeşa girtine. Ji bo qeşa negire hinek welatiyan betanî li otomobîlên xwe pêçane.

Li Wan û Mûşê jî ji ber berfa zêde ya doh 9ê Çile rêya 60 gund û mezrayan hatibûn girtin îro li wan navçeyan kar û xebatên vekirina rê berdewam in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst