Amed (Rûdaw) - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku di heman demê de parlamentera HDPê ya Culemêrgê ye, ev 63 roj in ku li Girtîgeha Amedê di greva birçîbûnê ango mangirtinê de ye.
Greva birçîbûnê ya Hevseroka KCDl û parlementera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guvenê gihişte roja 63emîn. Rewşa tenduristiya Leyla Guven ber bi xetereyê ve diçe û roj bi roj nêzî mirinê dibe. Ji bo piştgiriya vê çalakiyê 130 girtiyên din ên kurd jî ketin greva birçîbûnê.
Mangirtin pêl bi pêl li girtîgehan belav dibe. Daxwaza sereke ya girtiyan ev e; rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e.
Armanca greva birçîbûnê ya Leyla Guven, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e. Lê heta niha dewletê ji bo rakirina tecrîdê tu gavek navêtiye. Li gorî rêveberên KCDê ger dewlet gaveke erênî navêje dê jiyana Guvenê bikeve xetereyê.
Derbarê vê mijarê de Endamê Dîwana Rêveber a KCDê Nurî Ozdemîr ji Rûdawê re wiha got: “Îro birêz Leyla Guven ev siyaseta li zindanan red kiriye û qebûl nekiriye. Daxwaza wê tiştekî zelal e. Dibêje bila tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Em jî dibêjin bila rojek zûtir ev daxwaz bêne qebûlkirin, tecrîd rabe û greva birçîbûnê jî biqede.”
Piştî biryara greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê li gelek girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi dehan girtiyên siyasî jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di bin banê Komeleya Mafên Mirovan, Odeya Bijîşkan, Baroya Amedê û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê de ji bo şopandina rewşa girtîgehan platformek hate avakirin.
Endamê Platforma Şopandina Girtîgehan Yusuf Erdogan jî got: “Hejmara girtiyên ku ketine greva birçîbûnê gihişte 130 kesî. Roj bi roj ev hejmar zêdetir dibe. Platforma me jî rewşa girtiyan dişopîne, rapor dike û ji raya giştî re aşkera dike. Ji bo ku ji girtîgehan darbest dernekevin em bang li wezareta dadê dikin ku daxwaza girtiyan bi cih bîne.”
Di sala 2012an de jî dîsa li ser rêberê PKK Abdulah Ocalan tecrîd hatibû danîn. Bi sedan girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger kiribûn. Di encama vê çalakiyê de deriyê Îmraliyê ji malbat û parêzerên Ocalan re hatibû vekirin û greva birçîbûnê jî bi dawî bibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse