Dana Gas: Berhema gaza xwezayî li Herêma Kurdistanê %11 zêde bû

09-11-2022
RÛDAW
Nîşan Dana Gas Herêma Kurdistanê Patrick Allman-Ward
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompaniya Dana Gas a Îmaratê ragihand ku berhemanîna gaza xwezayî li kêlgehên Herêma Kurdistanê ji sedî 11 zêde bûye.

Mezintirîn kompaniya taybet a li Rojhilata Navî Dana Gas di sektora gaza sirûştî de, ku kêlgehên Herêma Kurdistanê jî di nav de ye, veberhênanê dike, îro raportek li ser kar û xebatên xwe yên neh mehên sala 2022an belav kir.

Di raporê de hat diyarkirin ku kara kompaniyê di xebatên xwe yên li herêmê de li gor sala par ji sedî 64 zêde bûy e û dibêje “Dana Gas di 9 mehên îsal de zêdetirî 161 milyon dolar di karên xwe yên pîşesazî de kar kir. Ev miqdar di heman heyama sala 2021an de ji 98 milyon dolarî kêmtir bû.”

Dana Gas vê zêdebûna kara xwe bi bilindbûna nirxê petrolê û sotemeniyê li cîhanê, pabendbûna bi kêmkirina xerciyan û “çalakiya bihêz” a kompaniyê li zeviyên Herêma Kurdistanê ve girê dide.

Di raporê de her wiha hatiye gotin ku ji destpêka îsal heta dawiya meha Îlonê berhemanîna gazê li kêlgehên Herêma Kurdistanê ji sedî 1 zêde bûye û di destpêka meha Cotmehê de jî rojane berhemanîna gazê ji bîrgeha Kor Morê 50 milyon metresêca zêde hatiye zêdekirin û  bûye 500 milyon metresêca. Ev jî bi zêdebûna ji sedî 10 re têkildar e.

CEOyê Dana Gasê Patrick Allman-Ward got “Dana Gas dîsa karîbû performanseke darayî  ya bihêz ya neh mehan bi dest bixe. Ev jî nîşan dide ku pêwîst e kompanî li gel kontrolkirina xerciyan li ser zêdekirina berhemanîna xwe li Herêma Kurdistanê berdewam be. Zêdebûna nirxê neft û gazê jî piştgirî da mezinbûna kara kompanyayê di neh mehên yekem ên îsal de.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst