Li Rihayê operasyona pereyên elektronîk: 2 kes hatin desteserkirin

09-10-2021
RÛDAW
Nîşan Riha Pereyên Elektronîk Sêw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sêwregê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê bi îdiaya ku bi rêyên neyasayî pereyên elektronîk berhem tînin 2 kes hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan tîmên cenderme yên Fermandariya Rihayê bi hevahengiya Serdozgeriya Komarî ya Girê Sor (Sêwreg), di çarçoveya “rûbrûbûna bûyerên qaçaxiyê” de li navçeya Sêwregê dijî hinek kesan bi îdîaya ku bi rêyên ne yasayî pereyên elektronîk berhem tînin, operasyonek pêk anîn.

Di operasyonê de hêzên ewlekariyê bi ser çand navnîşanan de girtin û 2 kes bi îdiaya ku bi rêyên neyasayî pereyên elektronîk berhem tînin desteser kirin.

Herwiha hêzên emnî li wan nav nîşanan dest danîn ser çendîn amûrên ku di berhemanîna pereyên elektronîk de dihatin bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst