Li Çiyayê Cûdî şer û operasyon didom in

09-10-2020
RÛDAW
Nîşan Şirnex Çiyayê Cûdî Kurdistan PKK Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, operasyona li Çiyayê Cûdî ya li dijî gerîlayên PKKê berdewam e.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daye xuyakirin, ku di berdewamiya operasyona hêzên ewlekariyê yên wî weltî de li Çiyayê Cûdî li sînorê navçeya Silopî ya parêzgeha Şirnexê, 2 gerîlayên PKKê hatine kuştin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê diyar kiriye, ku di çarçoveya operayona Yildirim-1 anku Birûk-1 de, hêzên ser bi Fermandariya Cendirme ya Şirnexê û Saziya Istixbarata Tirkiyê (MÎT) bi hev re ew operasyon li Çiyayê Cûdî pêk anîne.

Di demekê de ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê tekezî li ser berdewambûna operasyonên li Çiyayê Cûdî kiriye, Navenda Ragihandina HPGê, baskê çekdarî yê PKKê derbarê pevçûnên vê derê û kuştina du gerîlayên xwe de ti daxuyaniyek nedaye.

Duh Pêncşemê 8ê Cotmehê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu serdana Şirnexê kir û ragihand, ji 1ê Cotmehê ve operasyonên payîzî-zivistanî li dijî PKKê hatine destpêkirin û destnîşan kir, di vê çarçoveyê de me plana zêdetirî 7 hezar û 400 operasyonan kiriye.

Li aliyekê din, Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî ragihandiye, di opersyoneke esmanî ya bo ser navçeya Heftenînê, ku dikeve nav sînorê Başûrê Kurdistanê, 5 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Têkildarî vê operasyonê û daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî, PKKê hêj ti daxuyaniyek nedaye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst