Kirmaşan: Hejmara kesên li gundê Şêx Sile jehrî bûne gihîşt 282 kesan

09-09-2020
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Kirmaşan Gundê Şêx Sile
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hejmara kesên ku li gundê Şêx Sile yê ser bi parêzgeha Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ve jehrî bûne, gihîşt 282 kesan û 26 kes ji wan ji ber rewşa wan a giran li nexweşxaneyan hatin razandin. Tendirustiya Kirmaşanê jî dibêje, pîsbûna avê sedema jehrîbûna xelkê gund e, lê derbarê sedema pîsbûna avê de lêkolîn hêj berdewam in.

Rêveberê Kontrola Kirîzan li Parêzgeha Kirmaşanê, Celîl Balayî da xuyakirin, li gor lêkolîn û pişkinînên hatine kirin, sedema sereke ya jehrîbûna xelkê gundê Şêx Sile li qezaya Selasî Bawecanî, pîsbûna ava vexwarinê ye û tekez kir, lê niha ji bo diyarkirina çavkanî û sedema pîsbûna ava gund lêkolîn tê kirin.

Celîl Balayî got, eger heye ji ber bîrên malan û averû ya gund be ku li nêzî kanî û depoya hilgirtina avê hatine kolandin, yan jî ji ber şikestîbûna boriya sereke ya veguhetina ava gund û têkelbûna ava pîs a bîran û ava vexwarinê ya gund be.

Balayî herwiha diyar kir, ku li gundê Şêx Sile bîrên malan û averûya gund ji kaniya ava vexwarinê ya gund bilindtir ketin e û dibe ku ava pîs a bîran tevlî ava kaniyê bûbe, ji ber wê lêkolîn ji bo diyarkirina sedema pîsbûna ava gund didomin.

Rêveberê Kontrola Kirîzan li Parêzgeha Kirmaşanê tekez kir, heta dema çareserkirina vê pirsgirêkê û dû paqijkirina tora veguhestina avê dê bi tankeran av bo wî gundî bê şandin. 

Pêştir hatibû gotin, ku 120 kes ji niştecihên gundê Şêx Sile jehrî bûne.

Herwiha Rêveberiya Nexweşxaneya Dr.Mihemed li Kirmaşanê jî duh dabû xuyakirin, ku 24 zarokên gundê Şêx Sile li wê nexweşxaneyê tên dermankirin, ku tevahiya wan tûşî zikçûn û verişînê bûne.

Qaymeqamê Selasî Bawecanî jî ragihandiye, niha du tîmên pizîşkî tevî 8 ambulansan li gundê Şêx Sile ne.

Zanîngeha Pizîşkî ya Kirmaşanê jî ragihandiye, wan tîmeke taybet a tendirustiyê şandiye gund, daku xizmetên pizîşkî bidin xelkê gund û di veguhastina nexweşan bo nexweşxaneyan de alîkar bin.

Gundê Şêx Sile dikeve beramberî sînorê Derbendîxanê li aliyê Başûrê Kurdistanê û 500 malbat lê dijîn û hejmara şêniyên wê 2,500 kes e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst