DIHOK - Balonên bi alayên Tirkiyeyê dan zarokan!

09-08-2024
Nîşan Dihok Balon Alayên Tirkiyeyê Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Dihokê kesekî piştî nimêja înê balonên ku alayên Tirkiyeyê li ser wan hene dan zarokan.

Bûyerê îro li navenda Dihokê rû da.

Kesekî ku bi Tirkî diaxivî piştî nimêja înê balonên ku alayên Tirkiyeyê li ser wan hene dane zarokan û bi wan re bi Tirkî axiviye.

Nûçegihanê Rûdawê Heyder Doskî ragihand ji ber belavkirina balonan 4 an jî 6 kes hatine desterkirin.

Li gorî nûçegihanê Rûdawê lêpirsîna kesên desteserkirî li Asayîşa Dihokê berdewam dike.

Heyder Doskî ragihad, kesekî ku balon dane bi Tirkî axiviye û gotiye, "Hediye, hediye (diyarî)."

Şahidekî bûyerê ji Rûdawê re axivî û got:

“Piştî ku nimêja înê qediya em derketin. Piraniya xelkê vê yekê ferq nekir.

Min û gêncekî li kêleka min me ferq kir ku kîsekî di destê kesekî de bû pivdankên bi alaya Tirkiyeyê belav dikirin.

Ew kes jî xerîb bû ne xelkê vê derê bû. Kesê kêleka min jî got `ev tiştekî xelet e.`

Min jî heq neda xwe ku ez herim pê re şer bikim lê min bi destê wî girt kîsek di destê wî de hebû û min jê stend.

Bi min re bi Tirkî diaxî û digot `hediye hediye` (diyarî). Min jî got `nîne hediye` û min kîs girê da û min jê re got belav neke.”

Wî şahidhalî da zanîn ku temenê kesê ku balon belav dikirin di navbera 40-50 salî de bûye û gelek balon di kîsê wî he hebûne.

Piştî ku zarok çûne malê malbat ji rewşê agahdar bûne û wan agahî daye hêzên ewlehiyê.

Meleyê mizgeftê Mele Fikrî Doskî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

“Piştî ku xutbe xelas bû ew kes hatin ba me gelekî kêfxweş bûn û spasiya me kir û got “her çende em tênegihîştibin jî em pê gelekê kêf xweş bûn.

Me got, `hûn ji kû ve tên?` Wan jî got, “Em mêvan in, rêwî ne. Cemaetê bi wan re piçek bi Îngilîzî axivîn.

Piştre min ji wan re got hûn xerîb in kerem bikin werin firavînê bixwin wexta firavînê ye.

Wan jî got `me ji te hez kir em dixwazin bên çayeke te jî vexwin.` û hatin jûrê.

Paşê telefon ji min re hat û got `Hinek kesan balonên ku alaya Tirkiyeyê li ser belav kirine.

Min jî got haya min jê nîne, ez nizanim. Wê demê ew kes jî li cem min bûn.

Min ji wan re got tiştekî wisa bûye? Wan jî got “Erê wele me hinek balon dane biçûkan ji bo xêra xwe, ma çi tê de heye.”

Min jî ji wan re got `Ev dê giran li ser we raweste.` Wan jî got `Ti qisûrek nîne me tiştekî nekiriye.`

Piştî wê dezgehên ewlehiyê hatin lêpirsîn kir û ew birin. 4 kes bûn û asayî bûn.

Kurê min got al li ser balonan heye ev qedexe ye çênabe. Wan jî got `Me vê yekê nizanibû.`

Me jî got `Eger Alaya Kurdistanê bibin li Tirkiyeyê vekin hûn dê qebûl bikin?` Wan jî got `Tu rast dibêjî, me hizira vê yekê nekir.`” Me got “Ev dê li ser we giran raweste.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst