Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê demjimêrên sibehê polîsan bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û çend malên endamê wê tevgerê de girt.
Di encama biserdegirtina malan de Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe jî hat desteserkirin.
Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir:
PCSyê di daxuyaniyê de got, “Îro serê sibehê saet 05:00an polîsan bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û çend malên hevalên me de girtin.”
Herwiha PCSyê da zanîn ku berdevkê wan Ferîd Azad jî di operasyonê de hatiye desteserkirin.
Li aliyê din endamê platformê Evdirehîm Şêrwanî ji Rûdawê re ragihand ku di çarçoveya lêpirsîneke ku navenda wê li Mêrsînê ye tîmên têkoşîna dijî terorê îro sibehê bi ser mala berdevkê platformê Ferîd Azad û navenda PCSyê de girtiye.
Evdirehîm Şêrwanî da zanîn ku Ferîd Azad li mala xwe hatiye desteserkirin û polîsan dest daniye ser kompûter û telefona wî.
Li gorî zanyariyên Evdirehîm Şêrwanî, berdevkê platformê Ferîd Azad li qereqola polîsan tê ragirtin.
Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS), ji aliyê komeke ciwanên Kurd ve hatiye damezrandin û çalakiyên Kurdî dike.
Sala 2023yan li Amedê 10 endamên PCSyê sonda Kurdî xwaribûn da ku li Bakurê Kurdistanê di jiyana rojane û saziyên fermî de ji bilî Kurdî bi ti zimanî neaxivin.
AGAHDARÎ
— Platforma Ciwanên Serbixwe (@PCSerbixwe) July 9, 2024
Îro serê sibê saet 05:00an da polîsan avêtin li ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û çend malên hevalên me. Ferîd Azad hate binçavkirin. pic.twitter.com/aUpupPrK0y
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse