Li Wanê bi hinceta PKKyê 3 kes hatin desteserkirin

13-05-2024
RÛDAW
Nîşan Wan PKK Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî bi “hinceta PKKyê” 3 kes hatin desteserkirin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku di navbera 6 û 12ê Gulanê de bi hinceta “rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê” operasyon hatine kirin.

Di operasyonên cuda de bi hinceta “endamtî û alîkariya PKKyê” 3 kes hatin desteserkirin.

Hat ragihandin ku derbarê kesên desteserkirî de karên yasayî hatin destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, siyasetmedarên Kurd, çalakvan û rojnamegeran desteser dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst