Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera parêzgeha Şirnex û navçeya wê Qilebanê de ji ber barana zêde asta çem bilind bû û rêya Şirnex-Qilebanê hat girtin.
Otomobîlên ku asê mabûn hatin rizgarkirin.
Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, îro berf û baran dibarin.
Li parêzgeha Şirnexê piştî barana gur asta çemê di navbera Şirnex û Qilebanê de bilind bû.
Li nêzîk pirên Uludere 3 û Uludere 5 rê ji hatûçûnê re hat girtin.
Di navbera her du piran de hejmarek otomobîl asê man.
Li ser agahdarkirinê tîmên rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.
Otomobîl bi alîkariya makîneyên kar û kepçeyan hatin rizgarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse