Li Başîqayê baregeha leşkerî ya Tirkiyê hat mûşekbarankirin

09-06-2022
RÛDAW
Nîşan Êrîşa Mûşekî Tirkiye Başîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberê nahyeya Zîlkan a navçeya Şêxanê Mihemed Emîn ragihand, bi 2 mûşekan êrîşî baregeha leşkerî ya Tirkiyê ya li Başîqayê hat kirin.

Mihemed Emîn îro Pêncşemê ji Rûdawê re ragihand, 2 mûşek li derdora baregeha leşkerî ya Tirkiyê ketine lê li gor agahiyan ti ziyanek çênebûye.

Hat ragihandin li nêzî navçeya Başîqa ya Mûsilê li dijî baregeha leşkerî ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) êrîşeke bi mûşekan hat kirin.

Li aliyê din Qaymeqamê navçeya Şêxanê Serdar Şêx Yehya ji Rûdawê re ragihand, “Di saet 21:00an de bi 2 mûşekan êrişî baregeha leşkerî ya Zîlkanê hate kirin ku baregeha leşkerî Tirkiyê lê ye, her du mûşek jî li çolê ketine û ti ziyan çênebûne.”

Serdar Şêx Yehya her wiha anî ziman, “Yek ji mûşekan li nêzîkî gundê Koykan ketiye xwarê ku bi qasî çar kîlometreyan dûrî baregeha leşkerî ye û ya din jî li nêzîkî gundê Hencîrokê ketiye ku sê kîlometre dûrî baregeha leşkerî ye.

Serdar Şêx Yehya li ser çavkaniya mûşekan got, “Heman çavkaniyên berê yên li derdora Mûsilê ne û ti aliyan bi fermî berpirsyaretiya wê êrîşê negirtiye ser xwe."

Baregeha leşkerî ya Gudad ku wek baregeha leşkerî ya Başîqa tê binavkirin, di sala 2015an de hatiye avakirin û tê de leşkerên Tirkiyê hene ku wê demê ji bo perwerdekirina Heşda Wetenî ya Suneyên Iraqê hatibûn çêkirin.

Herî dawî roja 2ê Hezîrana 2022an êrîş ser baregeha leşkerî ya Tirkiyê hat kirin.

Baregeha artêşa Tirkiyê li nêzî gundê Gudadê ye û 5 kîlometre dûrî navenda navçeya Şêxanê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst