Bexda û NY rewşa kampa Mexmûrê gotûbêj dikin

09-06-2021
RÛDAW
Nîşan Kampa Mexmûrê Iraq Netewên Yekbûyî Kurd Koçber Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Iraqê danûstandin li ser çarenivîsa kampa Mexmûr tên kirin û Bexdayê biryar da di civîneke taybet de rewşa kampê li gel NYê gotûbêj bike. Kampa Mexmûrê ev demek e bûye armanca êrişên Tirkiyê.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî li gel Wezareta Navxwe û Lijneya Karûbarên Penaberan a Parlamentoyê civiya.

Mijara sereke ya wê civînê kampa penaberan a Mexmûrê bû ku van heyamên dawîn bûye armanca gef û êrişên Tirkiyê.

Di civînê de biryar hat dayîn kombûneke bilez derbarê kampa Mexmûrê de li gel aliyên peywendîdar û Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) bê sazirin.

Civîn bi wê mebestê ye ku çareseriyeke guncaw bê dîtin bo çawaniya serederiya li gel dosyeya mirovî ya kampa Mexmûrê û gotûbêj li ser rewşa emnî û xizmetguzariyên rûniştvanên kampê bê kirin.

Gef û êrişên Tirkiyê li ser kampa Mexmûrê

Ev yek di demekê de ye ku roja Şemiya derbasbûyî, firokeyên bêfirokevan ên Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kiribûn û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 3 kes jî birîndar bûbûn.

Ew êriş jî piştî wî yekê hatibû, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hefteya derbasbûyî gefa êrişekê bo ser Mexmûrê xwaribû û gotibû, ew herî kêm bi qasî Qendîlê girîngiyê bi Mexmûrê jî didin.

Li ser pirseke derbarê Qendîlê de Serokomarê Tirkiyê amaje bi wê kiribû ku “du qendîl hene yek li Iraq û yek li Îranê, tevî ku aliyê li Îranê gelek lêdan li ser çê bû, ti encamek nehat wergirtin” got, “Piştî wê Qendîla duyem wek armanc hat diyarkirin.”

Di dewama gotinên xwe de Erdogan diyar kiribû, ew herî kêm bi qasî Qendîlê girîngiyê bi Mexmûrê jî didin û ew Mexmûrê wek hêlîna PKKê dibînin ku “li navenda bajar mezin dibe” û eger ew destwerdanê nekin dê tim berfireh bibe.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar jî berî niha gotibû ew hewl didin di meselaya Mexmûrê de hevahengiyê li gel “birayên xwe yên Iraqî” bikin.

Akar meha Nîsanê jî di daxuyaniyekê de rexne li hebûna gerîlayên PKKê li Mexmûr û Şingalê girtibûn û gotibû, ew çaverê dikin ku “tişta pêwîst” bê kirin.

Balyoza Amerîkayê ya li NYê nerazîbûn nîşan dabû

Balyoza Amerîkayê li Netewên Yekbûyî (NY) Linda Thomas-Greenfield derbarê êrişa li ser kampa koçberan a Mexmûrê li hejmara xwe ya Twitterê daxuyaniyek belav kiribû û aşkere kiribû ku wan ji Tirkiyê re zelal kiriye ku armancgirtina xelkê sivîl ê kampa Mexmûrê binpêkirina hiqûqa navdewletî û mafên mirov e.

Linda Thomas-Greenfield, her di wê peyama xwe de gotibû, “Em nîgeranin ji tundûtûjiya li nêzikî Kampa Mexmûrê û em daxwaz ji hemû aliyan dikin rêz li mafên penaberan bigirin."

Li kampa Mexmûrê xelkê gundên sînorî yên Bakurê Kurdistanê dimînin ku ji ber êrişên Tirkiyê koçber bûne û kamp di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî (NY) de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst