Berbijêrê AK Partiyê yê Wanê, Kayaturk: Kurd Geliyê Zîlan ji bîr nakin

09-05-2023
Nwêner Fatih
Hevpeyvîna Rûdawê ligel berbijêrê AK Partiyê yê Wanê, Burhan Kayaturk
Hevpeyvîna Rûdawê ligel berbijêrê AK Partiyê yê Wanê, Burhan Kayaturk
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Wan AK Partî Burhan Kayaturk
A+ A-

Wan (Rûdaw) - Burhan Kayaturk dibêje, ew 10-12 dal in armanca HDP'ê tenê ew e ku Erdogan li desthilatdariyê nemîne û jê re ferq nake kî dibe desthilatdar û ji bo vê armancê “HDP ligel partiyekê bûye hevpeyman ku destê wê di komkujiya Kurdan de hebûye”. Kayaturk destnîşan kir, ti sûdeke wê yekê ne bo Kurdan û ne jî ji bo HDPê tune ye û got: “Hinekan tenê fermana 'Erdogan bişînin' dane wan. Ev talîmat ji Kurdan nehatiye.”

Endamê Encûmena Navenda Birêveber a Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) û berbijêrê wê partiyê yê li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê Burhan Kayaturk bû mêvanê bernameya Rûdawî Emro ya ku pêşkêşkarê Rûdawê Nwêner Fatîh pêşkêş dike.

Kayaturk diyar kir ku xebatên hilbijartinê yên li Wanê bi coş derbas bûn û wiha got: “Hîskirina wan bi me û bi taybetî jî bi Serokkomar Erdogan re gelekî zêde ye. Em li wê derê bi şev û roj dixebitin, ew rojê 4 saet 5 saetan encax dikarin rakevin, yanî xew tune, şev tune û roj tune û em dixebitin.”

Kayaturk da zanîn ku gelê Wanê xizmetê dixwaze û got, “Ewana xizmetê dixwazin, ew dixwazin rêya dora Wanê bê qedandin. Dîsa gel dixwaze cihê balafirgehê bê guhertin, ew dixwazin ji ciwanan re stadyûmeke mezin bê çêkirin û cihê termînalê were veguheztin. Ew dixwazin li vir zanîngeheke nû were avakirin. Me li vir xizmeteke mezin kiriye. Ji bo vê jî dema em diçin nav gel serê me bilind dibe.”

‘HDP bi dirûşman, lê em bi xizmetê siyasetê dikin’

Kayaturk amaje bi wê yekê kir ku rikeberiya hilbijartinê ya li Wanê di navbera AK Partî û HDP'ê de ye û got: “Lê karê me bi qasî ya HDPê ne hêsan e. Karê wan slogan e, ya me xizmet û xebat e. Em bi xizmetên xwe siyasetê dikin, ew bi axaftinê dikin. Dibêjin 'çi dibe bila bibe bila Erdogan biçe'. PKK 40-50 sal in tenê rêyek hilbijartiye, ew jî dijminatiya Tirkiyê û kişandina Tirkiyê nav şer e. Em nizanin ev yek dê çi feydeyê bide Kurdan. 10-12 sal in HDP xwedî yek armanc e. Yanî Erdogan bişînin. Îcar çi sûdeke vê bo Kurdan heye? Bê feyde ye û bi kêrî wan jî nayê. Hinekan tenê fermana 'Erdogan bişînin' dane wan. Ev talîmat ji kurdan nehatiye. Ji ber vê yekê ew ji kê hatiye, em texmîn dikin.”

Rûdaw: Li Tirkiyê kampanyaya hilbijartinê dest pê kiriye, atmosfera hilbijartinê çawa ye?

Burhan Kayatur: Coşa xelkê gelek baş e, hîskirina wan bi me û bi taybetî jî bi Serokkomar Erdogan re gelekî zêde ye. Em li wê derê bi şev û roj dixebitin, ew rojê 4 saet 5 saetan encax dikarin rakevin, yanî xew tune, şev tune û roj tune û em dixebitin.

Rûdaw: Pirsgirêka sereke ya xelkê li Wanê çî ye?

Burhan Kaayaturk: Ewana xizmetê dixwazin, ew dixwazin rêya dora Wanê bê qedandin. Dîsa gel dixwaze cihê balafirgehê bê guhertin, ew dixwazin ji ciwanan re stadyûmeke mezin bê çêkirin û cihê termînalê were veguheztin. Ew dixwazin li vir zanîngeheke nû were avakirin. Me li vir xizmeteke mezin kiriye. Ji bo vê jî dema em diçin nav gel serê me bilind dibe.”

Rûdaw: Li Wanê rikeberî di navbera du aliyên sereke AKP û HDPê de heye, di hilbijartinên dawî de HDPê piraniya dengan bi dest xist, hûn li bendê ne ku vê carê kîjan alî ji we bi dest bixe?

Burhan Kayaturk: Niha deng ên du grûpên mezin in, grûpek AK Partî ye û ya din HDP ye, lê belê karkirina me xebata me weke HDPê ne hêsan e, karê wan dirûşm e, lê karê me xebat e.

Rûdaw: Çawa?

Burhan Kayaturk: Em dixebitin, em dibêjin me ji bo we xanî çê kirin, me  nexweşxane çê kir, me dibistan çê kir, em dê sibe zanîngeh û termînalê û mizgeftê bo we çê bikin. Em vê dibêjin. Em bi xebatê siyasetê dikin, ewana bi axaftinê siyasetê dikin. Ewana dibêjin bila Erdogan here, çi dibe bila bibe. PKK 40-50 sal in tenê rêyek hilbijartiye, ew jî dijminatiya Tirkiyê û kişandina Tirkiyê bo nav şer e. Ez nizanim çi feydeya wan bo Kurdan heye. HDP jî ku 10-12 sal in çê bûye, weke wan xwedî armancekê ye. Armanca wa ev e ku Erdogan bişînin. Îcar ti sûdeke an zirareke Erdogan bo Kurdan hebe yan na, ji wan re ne giring e, tenê Erdogan biçe. Hinekan tenê fermana 'Erdogan bişînin' dane wan. Ev talîmat ji aliyê Kurdan ve nehatiye. Ji ber vê yekê ew ji kê hatiye, em texmîn dikin.”

Rûdaw: Hûn difikirin talîmata ku hûn behs dikin ji kuderê ve hatiye?

Burhan Kayaturk: Bi baweriya min ji derve hatiye.

Rûdaw: Beriya çend rojan Erdogan li bajarê Wanê bû, got me Pirsa Kurd li Tirkiyê çareser kir, ka ew çareseriya Pirsa Kurd?

Burhan Kayaturk: Beriya ku Erdogan were ser desthilatdariyê, Rewşa Awarte hebû. Erdogan got na, divê ev rewş bi dawî bibe, paşê dihat gotin ku Kurd guh didin dengekê ku zirarê digihîne wan, got na, ev azadî ye û mafê Kurdan e ku guh bidin her dengî û bi her zimanî biaxivin. Paşê got ku xwendin û nivîsandina bi Kurdî ne qedexe ye. Paşê zimanê kurdî li zanîngehan di asta master û doktorayê de hat damezrandin û gelek pirtûkên kurdzanên wek Feqî Teyran, Mela Cezîrî û Ehmedê Xanî bi Kurdî hatin çapkirin û piştre bo ser zimanên Tirkî, Îngilîzî û Fransî hatine wergerandin, û paşê TRT Kurdî bo dema 24 demjimêran bi pereyê hikûmetê bi fermî dest bi weşanê kir. Beriya destbikarbûna Erdogan eger kesekê bi zimanê Kurdî gotiba, Bi xêr bên ser ser û ser çavên min, polîs ew dibir û jê re digot, Te çi got? Lewra hemû ew mijar di serdema Erdogan de çareser bûn.

Rûdaw: Kîjan aliyê siyasî yê niha li Tirkiyê nûnertiya Kurdan dike?

Burhan Kayaturk: Nûnertiya Kurdan tune ye. Grûp hene ku ku bi xwe dibêjin em nûnertiya Kurdan dikin, ew 12 sal e HDP bi boneya Kurdan ve xebatê dike, ez ji xebata wan fêm nakim. Xebatek ku dibêje, bila Erdogan biçe, çi dibe bila bibe. Bila heta îro behsa tenê xizmeteke HDPê bo Wanê bêkirin.

Rûdaw: Ew dibêjin em di desthilatê de nînin, ku desthilata me nebe em çawan xizmetê bikin?

Burhan Kayaturk: Selahattin Demirtaş niha di hebsê de ye, bi şev û roj digot ez nahêlim tu (Erdogan) bibî serok. Di meseleya Diyarbekirê de dema ku ew der tevlihev kirin û 57 kes hatin kuştin, hatin zîndanîkirin. Niha jî li zîndanê bi şev û roj dinivîse û dibêje ku Erdogan nehêlin. Ew dibêjin, MHP ser bi Bahçelî ve ye. Sala 2015an wan got bila hevpeymaniya CHP, MHP û HDPê çê bibe û Bahçelî bikin serokwezîr, HDP û Demîrtaş jî ew yek qebûl kirin, lê gotin em nahêlin Erdogan bibe serok. Erdogan ji bo Pirsa Kurd destê xwe nexiste bin kevir, lê hemû laşê xwe xiste bin kevir. Berî Erdogan ti kesî nekariye di xewnê de jî tiştên wisa bibîne.

Rûdaw: Pêvajoya Aştiyê çima gihîşt wê astê?

Burhan Kayaturk: Erdogan li Diyarbekirê got, hûn wan dibînin, jê bipirsin kê talîmat daye we û got, vê pêvajoyê bisekinînin. Derdê wan ev bû ku Kurd û Erdogan nebin hevpeyman, çimku ew gelek ji wê mijarê ditirsiyan. Hemd ji xwedê re tevî ku ew gelek li ser wê yekê xebitîn, lê piraniya Kurdan ji Erdogan û ji me jî dûr neketine. Îro nûnertiyên me di nav Tirkiyê de ji yên HDPê ne kêmtir in.

YSPê daxwaz kiriye dengderên wê deng bidin Kiliçdaroglu, nêrîna we li ser wê daxwazê çi ye?

Burhan Kayaturk: CHP serkirdatiya Hevpeymaniya Millet dike, ya CHP anî serê Kurdan, ez heta mame ji bîr nakim, bi çeka Mîtralioz xelkê Geliyê Zîlan qir kirû 33 Kurd bi demançeya generelakî li Deresê hatin kuştin. Ew li Dêrsimê çûne ser Kurdan û heta ez sax im ez vê yekê ji bîr nakim, lê îro HDP bi wan re diçe û kar dike, loma jî HDP ne rastgo ye û Kurdên li vir vê yekê fêm dikin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst