Koçberên Efxanî yên li Agirî hatibûn girtin bo welatê wan hatin şandin

09-04-2022
RÛDAW
Nîşan Agirî Koçberên Efxanî Vegerandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Koç û Koçberan a Agirî ragihand ku 227 koçberên Efxanî yên ku li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê hatibûn girtin bi firokeyan bo welatê wan hatine şandin.

Rêveberiya Koç û Koçberan a Agirî ragihand ku kar û xebatên şandina koçberên Efxanî berdewam e. Li gor daxuyaniya Rêveberiya Koç û Koçberan a Agirî, 227 koçberên Efxanî ku di demên cûda de li parêzgeha Agirî hatibûn girtin bi firokeyan bo Kabila paytexta Efxanistanê hatine şandin.

Ligel şandina vê grûpa 227 kesî ya koçberên Efxanî di nav du rojan de hejmara koçberên bo Efxanistanê hatine şandin gehişte 454 kesan.

Herçiqas Tirkiyê sînorên xwe bi çêkirina dîwarên ji betonê qayîm kirine, lê derbasbûna koçberên Efxanistanî ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam e û rojane bi dehan koçber piştî sînor derbas dikin li navçeyên sînorê parêzgeha Agiriyê tên desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst