ÎDIR - Piştî perwerdeyê diçin ser çiyayan: 'Kon çawa tê vedan?'

09-02-2025
RÛDAW
Nîşan Îdir Berf Çiyagerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê endamên Klupa Werziş û Çiyageriyê perwerdeya teorîkî û pratîkî distînin.

10 endamên klupê piştî perwerdeya teorîkî ya di polê de, li herêmên çiyayî û li ser berfê perwerdeya pratîkî jî dibînin û bi kiryarî bi cih dikin.

Rahênerê Federasyona Çiyageran a Tirkiyeyê Şahap Eryilmaz got:

“Em li vê derê li ser mijarên çiyageriya zivistanê perwerdeyê didin.

Ji mijarên çiyageriya havînê cudatir in. Perwerdeya me li ser aşût, meşa bi ben, kampa zivistanê û avakirina stargehan e.

Piştî ku perwerdeya teorîk a hefteyekê bi dawî bû, em dê perwerdeya xwe ya li qadê bi awayekî pratîkî bimeşînin.”

Çiyager û werzişvan piştî perwerdeya teorîkî û pratîkî konên xwe li ser çiyayan vedidin û şeveder dimînin û tiştên fêr dibin bi cih dikin.

“Kon çawa tê vedan?”

Çiyagerekî li ser perwerdeyê got:

“Di nav şertên zehmet de mirov çawa dikare li jiyanê bimîne, kon çawa tê vedan, ewlehiya kesayetî û ewlehiyên din çawa tên wergirtin?

Em ewlehiya xwe werdigirin û perwerdeya xwe berdewam dikin.”

Klupa Werziş û Çiyageriyê ya Îdirê di demsalên havîn û zivistanê de bi awayekî berdewam perwerdeya zanistî û pratîkî dide çiyager û werzişvanan.

Klup her wiha li xwezayê berdewam çalakiyên çiyagerî û werzişan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst