Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê navdar Mem Ararat ji bo hilbijartina dersa Kurdî bangir û got, “Dostno divê em Kurdî hilbijêrin. Kurdbûn bêyî Kurdî nabe!”
Serlêdanên ji bo dersên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî dê heta 17ê Sibatê berdewam bikin.
Li dibistanên fermî yên girêdayî Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê di nav dersên nemecbûrî de zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî jî hene.
Xwedekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin heta 17ê Sibatê dersên Kurdî hilbijêrin.
“Dostno divê em Kurdî hilbijêrin”
Hunermend Mem Ararat bi rêya hesabê xwe yê Xê banga hilbijartina dersên Kurdî kir û got:
“Çawa ruhên mirovan hene, ruhên neteweyan jî hene.
Bi min ruhê neteweyan ziman û çanda neteweyan e. Dema ziman dimire çand jî dimire û dîrok tenê dibe rûpelekî ji pirtûkan.
Dostno divê em Kurdî hilbijêrin.
Kurdbûn bêyî Kurdî nabe!”
Çawa ruhê mirovan hene,ruhê neteweyan jî hene.
— Mem Ararat (@araratmemm) February 9, 2025
Bi min ruhê neteweyan ziman û çanda neteweyan e. Dema ziman dimre çand jî dimire û dîrok tenê dibe rûpelekî ji pirtûkan.
Dostno divê em kurdî hilbijêrin.
Kurdbûn bêyî kurdî nabe!
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse