Li Amedê şewat: 18 kes rakirin nexweşxaneyê

09-02-2025
Nîşan Amed Şewat Nexweşxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rezanê ya Ameda Bakurê Kurdistanê agir bi malekê ket û dûxana zêde bandor li 18 kesan kir.

Li taxa Kaynartepeyê, li Kolana 259an di qata jêrîn a avahiyeke 2 qatî de ji ber sedemeke nediyar şewat derket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê. 

Tîman 18 kesên ku di avahiyê de asê mabûn rizgar kirin û rakirin nexweşxaneyê.

Hat zanîn ku rewşa wan tenduristiyê baş e û çend heb zarok jî di nav wan de hene.

Şewat ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat vemirandin û lê bû sedema xisarên madî.

Li ser sedema şewatê lêkolîn tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst