Daxuyaniya TKPyê ya li ser Şêx Seîd karvedan li pey xwe anîn

08-12-2023
RÛDAW
Nîşan Şêx Seîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêxistina Amedê ya TKPyê têkildarî navê ‘Bulwara Şêx Seîd”ya ku li Amedê tê çêkirin daxuyanî da.

Daxuyaniya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) rastî bertekan hat.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku qeyûm bi rê ve dibe, li ser hesabê xwe yê tora civakî dîmenên xebatên Bulwara Şêx Seîdê ya ku rêya Xarpêtê û rêya bajêr dike yek parve kir.

Piştî parvekirinan, navê “Şêx Seîd” bû rojev.

Rêxistina Amedê ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP) daxuyanî da.

TKPyê di daxuyaniya xwe de ji bo Şêx Seîd got, “Dijminê komarê, alîgirê xîlafeta begî û eşîretan e.”

Daxuyaniya ku rûbirûyê bertekan bûye wiha ye:

“Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûman de ye, li ser hesabê xwe yê tora civakî xebatên xwe yên li ser bulwara ku rêya Farqînê bi bajarê Xarpêtê ve girê dide parve kir.

Şaredariyê herwiha ragihand ku dê navê bulwarê bikin ‘Bulwara Şêx Seîd’.

Em navê ku qeyûma AK Partiyê dixwaze li bulwarê bike nas bikin.

Şêx Seîd, li dijî Komarê xelîfet parastiye û ji ber vê jî ‘serî hil daye’.

Şêx Seîd ne li ser navê Kurdan, li ser navê Xelîfetê ji welat hat derxistin.

Kesayetiyek e ku li ser navê qesrê, bi navê Vahdetîn û ji bo berjewendiya emperyalîzma Îngilîzan 'îsyan kiriye'.

Qeyûma AK Partiyê dixwaze navê vî kesî li bulwarê bike. Ev jî nîşan dide ku ew dijminê komarê ne.

Em wekî Komunîstên Kurd, naxwazin rê, kolan û cadeyên me bi kesên ku xelîfetê, begî û axatiyê parastine û dijminatiya komarê kirine bêne binavkirin.

Em li dijî vê yekê dixwazin navê kesayetên wekî Cîgerxwîn, Musa Anter, Yilmaz Guney ku yekitî, aştî û alîgirên pêşketinê ne werin danîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst