Serokê berê yê TÎPê: Armanca Şoreşa Araratê serxwebûna Kurdistanê bû

20-06-2024
Kawe Emîn
Mehmet Alî Aslan bû mêvanê bernameya “Pencemor” a Rûdawê ku Kawa Emîn pêşkêş dike
Mehmet Alî Aslan bû mêvanê bernameya “Pencemor” a Rûdawê ku Kawa Emîn pêşkêş dike
Nîşan Şêx Seîd Seyid Riza Îhsan Nûrî Paşa Komkujiya Geliyê Zîlanê Komkujiya Ermeniyan Mehmet Alî Aslan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Alî Aslan, diyar kir ku yek ji armancên Şoreşa Araratê serxwebûna Kurdistanê bû û Îhsan Nûrî Paşa serxwebûn îlan kiribû.

Rewşenbîr, nivîskar parêzer û siyasetmedar Mehmet Alî Aslan ku sala 1969an demekê serokê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) jî kiriye bû mêvanê bernameya “Pencemor”ê a Rûdawê ku Kawe Emîn pêşkêş dike.

Mehmet Alî Aslan ji malbateke binecih a Agiriyê ye. Ew li ber destên alim û melayan perwerde bûye û wî di zarokiyê de dest bi xwendinê kiriye.

“Kurdî qedexe bû me ji mirovên re wergera Kurdî dikir”

Dema Kawe Emîn pirsî “Mamoste, em dixwazin ji salên zarokatiya te dest pê bikin”

Mehmet Alî Aslan wiha dest bi hevpeyvînê kir:

“Ez sala 1936an li Qerekose, li navenda Agiriyê hatime dinê-Qerekilîs paşê bû Karakose.

Bavê min axayekî eşîrê bû. Dêya min jî di dibistanên Osmaniyan de xwendibû. Dêya min gundî bû û Kurd bû. Bi Tirkî nizanîbû.

Min zarokatiya xwe bi hînbûna Kurdî derbas kir. Em li malê bi Kurdî diaxivîn.

Wê demê zimanê Kurdî qedexe bû, nedihiştin ku mirov bi Kurdî biaxivin.

Ji ber vê yekê mirovên me yên ku ji gundan dihatin bajêr û kar û barên xwe dikirin, nikarîbûn bi Tirkî biaxivin.

Ez û xwişka xwe em bi wan re diçûn nava bajêr û me ji wan re werger dikir.”

“Min di zaroktiyê de dest bi xwendina Erebî û Kurdî kir”

Mehmet Alî Aslan amaje bi wê yekê jî dike ku pirtûkxaneyeke bavê wî ya mezin hebûye û li wê pirtûkxaneyê bi gelek zimanan gelek pirtûk hebûne.

Mehmet Alî Aslan behsa xwendina xwe jî kir û got:

Pirtûkxaneyeke mezin a bavê min hebû, pirtûkên Farisî, Erebî û Tirkî tê de tijî bûn û gelek pirtûkên Kurdî jî tê de hebûn.

Piraniya van pirtûkan Kurdî bi alfabeya Erebî hatibûn nivîsandin ên ku bi Erebî dizanibûn dikaribûn wan pirtûkan bixwînin.

Me li dibistanê bi alfabeya Latînî dixwend û em diçûn dibistan ku zimanê wê Tirkî bû.

Min jî bi alîkariya malbata xwe dest bi xwendinê kir û fêrî Erebî bûm.

Hemû pirtûkên Kurdî li mala me hebûn, hinek ji wan jî bi destan hatibûn nivîsandin.

Min piraniya pirtûkan me yên Kurdî didan mirovên me ji bo ew jî bixwînin.

Pirtûka Mem û Zîn a li Misirê çap bûbû nusxeyeke wê pirtûkê di destê me de hebû.

Kesên derûdorê me daxwaza pirtûkê dikirin, min dida wan, wan jî bi destan pirtûk ji xwe dinivîsandin.

Mem û Zîn bi awayekî romantîk hatiye nivîsandin. Ehmedê Xanî neteweperwerekî Kurd bû lê ew romantîk bû.

Min ji mamosteyên Kurdî û miftiyê Agiriyê yê wê demê ku ew jî Kurd bû dersên şerîetê standin.”

“Ehmedê Xanî pêşengê neteweperweriyê bû”

Kawe Emîn di berdewamiyê de wiha pirsî, “Dema ku hûn parêzer û siyasetmedar bûn, bîr û baweriyên Ehmedê Xanî bandor li ser fikrê te yên siyasî û neteweyî çêkir?”

Mehmet Alî Aslan wiha bersiv da:

“Ehmedê Xanî nivîskarekî mezin bû. Ji bilî dîwana Mem û Zîn, pirtûka wî ya ferhengê Nûbihara Biçûkan jî heye.

Wî di pirtûkê de gotiye, ‘Ne ji bo sahibrewacan / Belkî ji bo biçûkêd Kurmancan’ Ehmedê Xanî nivîskarekî mezin bû, Kurdekî mezin bû.

Ehmedê Xanî bi temamî neteweperwer bû, min pirtûka wî xwend. Baweriyeke wî ya neteweyî hebû.

Wê demê baweriya kesî bi neteweperestiyê nedihat lewma Ehmedê Xanî pêşengê neteweperweriyê bû.”

“Telgrafek bi Kurdan dane nivîsandin”

Mehmet Alî Aslan behsa“xwarina mafê Kurdan” di serdema Komara Tirkiyeyê de û pêwendiyên Kurdan ên bi Mistefa Kemal Ataturk re jî kir û got:

“Ti kesî mafê Kurdan nexwest. Ti kesî mafê Kurdan nexwar.

Dema di Konferansa Lozanê de Tirkiyeya nû hat qebûlkirin, heyeta Îngîlîz got, Li vir nûnerên Tirkiyeyê hene lê li Tirkiyeyê bi tenê Tirk najîn. Kurd jî li wir hene lê nûnerên wan vir nînin.’

Li ser vê yekê Îsmet Paşa nameyek ji Mistefa Paşa re nivîsî û jê xwest ku nûnerên Kurdan bicivîne û telgrafekê binivîsînîn.

Ji Kurdan hat xwestin ku di telgrafê de van tiştan binivîsin; Nûnerên Tirkiyeyê nûnerên me ne. Nûnerên Tirk jî dê daxwazên me bi cih bînin.’

Piştî wê êdî nema behsa Kurdan hat kirin. Divê em bêjin, Mustafa Kemal kî bixwesta ew dibû parlamenter.

“Bi sed hezaran Ermenî hatin qetilkirin”

Siyasetmedar Mehmet Alî Aslan di beşeke din a axaftina xwe de behsa Komkujiya Ermeniyan jî kir û wiha got:

“Komîteya Îttîhad û Terakiyê neteweperest û nijadperest bû. Li Tirkiyeyê bi taybetî li Stenbolê gelek Ermenî hebûn, lewma li dijî Ermeniyan tevgerek pêk anî.

Gelek ji wan hatin sirgûnkirin û canê xwe ji dest da. Gelek ji wan neçar man biçin Sûriyêyê û ji wir jî biçin Fransayê.

Amarên maqûl di destê me de nînin lê bi sed hezaran mirov hatin qetilkirin.

Hin kes qala milyonek kes dikin lê bila 50 hezar kes bin. Ev hejmar jî sûc û xiyaneteke mezin e.

Bav û kalên min di nava serokên Alayên Hemîdiye de bûn. Bi rastî Ermeniyên Bakurê Kurdistanê rastî komkujiyê nehatin.

Hinek endamên Partiya Daşnakê ya Ermeniyan dema diçûn Ermenistanê li ser rêya xwe gelek kes kuştin.

Gelek Misilmanên Kurd û Tirk qetil kirin. Ji bo wan ferq nedikir ew kes Kurd bin an jî Tirk bin.

Bi taybetî li Îdir û Qersê şerên mezin qewimîn.”

“Seyid Riza bi hezaran Ermenî parastin”

Mehmet Alî Aslan amaje bi wê yekê kir ku bi hezaran Ermenî ji aliyê Seyid Riza ve hatine parastin û wiha got:

“Dr. Reşîd Paşa Waliyê Amedê bû. Ew dijminê Ermeniyan bû.

Serokên eşîrên Kurdan dicivîne û ji wan xwestiye ku heta ji destê wan tê Ermeniyan bikujin û mal û milkê wan jî ji xwe re bistînin.

Hinekan ji wan ev kar kirin. Mal û milkê Ermeniyan ji zarok û neviyên wan re man û neviyên wan bûne xwediyê wî milkê Ermeniyan.

Qeymeqamê Licê yê wê demê Nesîm Beg bû û wî ev yek qebûl nekir.

Loma biryara kuştina wî hat dayîn. Nêzî 15 hezar Ermenî li Dêrsimê bûn. Desthilatdaran xwest wan jî bikujin lê xelkê Dêrsimê û Seyîd Riza ew parastin.

Paşê 30 hezar Ermeniyan xwe spartin Dêrsimê û ji wir ew şandin Ermenistanê.”

Mehmet Alî Aslan di beşeke din a axaftina xwe de amaje bi serkirdeyên Şoreşa Şêx Seîd jî kir û da zanî ku fikra şoreşê ya Xalid Begê Cibrî bû.

“Dewletê li dijî Şêx Seîd plan çêkiribû”

Mehmet Alî Aslan behsa rola Şêx Seîd pêvajoya wê serdemê jî kir û wiha got:

"Bi rastî fikra şoreşê ya Xalid Begê Cibrî bû. Di artêşa Osmanî de efserekî payebilind bû.

Li Akademiya Leşkerî li cem Ataturk û yên din xwendibû nêrîneke wî ya neteweyî hebû.

Ji ber ku haya wan ji xebatên wî hebûn ew sewqî Erziromê hat kirin û erkeke biçûk ji wî re hat dayîn.

Paşê sala 1924an ew şand Bedlîsê û li wir ew îdam hat îdamkirin.

Hevalekî Xalid Beg ê bi navê Yûsif Ziya Beg hebû ew parlamenter bû.

Ziya Beg bi Şêx Seîd re axivî û ew razî kir ku tevlî şoreşê bibe.

Halid Beg û Yûsif Ziya Beg xwedî baweriyên neteweyî bûn. Şêx Seîd kesayetekî dînî yê mezin, mirovekî dîndar bû.

Heger Şêx Seîd serketî bûbaya jî nizanibû dê çi bike.

Bi gelek serokên eşîran wê demê re axivî û çend kesan ji wan soza tevlîbûna şoreşê da wî lê belê zelal bû ku dê xebateke wiha serkeftî nebe.

Li aliyê din wê demê Mustafa Kemal û Îsmet Paşa jî di tengasiyê de bûn.

Partiya Gel a Pêşverû hatibû avakirin û li dijî komarê gelek rojname û kovaran dihatin derxistin.

Ji ber vê sedemê Mustafa Kemal û Îsmet Paşa bi sepandina qanûnên orfî hewl didin rojname û kovaran bigirin.

Îsmet Paşa hewl da ku qanûna orfî ji aliyê meclîsê ve were pesendkirin lê belê ev mijar di meclîsê de hat redkirin.

Hinceta wan a herî baş jî pirsgirêka Kurd bû.

Wan planek çêkiribû goya qedera komarê di metirsiyê de ye. Pêdiviya wan bi hinceteke wiha hebû. Ji ber vê yekê planek dan destpêkirin.

Wê demê Şêx Seîd bi çend kesan re li Pîranê bû. Ew çûbû mala birayê xwe.

Fermandarek tevî 15 leşkeran şandin Pîranê ji bo girtina heval û zilamên Şêx Seîd.

Şêx Seîd ji leşkeran xwest ku herin û zilamên wî negirin dê sibe ji vir here.

Leşkerên dewletê nexwest zilamên Şêx Seîd bigirin. Leşker ji bo ku planê li wir bûn û wan dest bi zordariyê kir.

Şêx Seîd hem alim bû û hem jî di nav gel de kesekî pir populer bû.

Eger cihê gora bê zanîn dê bibe cihekî pîroz û xelk dê serdana wê bike. Tirkan jî ev yek nexwest.”

Mehmet Alî Aslan beşeke zêde yê axaftina xwe jî ji Şoreşa Agiriyê re veqetand.

Li gorî gotina Mehmet Alî Aslan xelkê Agiriyê ji ber bacê û zordariyê serî hildaye û wiha axivî:

“Li Îzmîrê kongreya aboriyê pêk anîn ku çîneke bûrjûwaziyê ava bikin. Xelk neçar ma ku bacê bide.

Xelkê Agiriyê ji ber zordarî û bacê û zulmê serhildan kir û tevî heywanên xwe berê xwe da çiyê.

Ne mimkûn bû ku dewlet bi rehetî xwe bigihîne wan. Gelek şêxsiyetên din ê li dijî hikûmetê bûn li Çiyayê Araretê bûn. Ew û xelkê bûn yek û şoreşê dest pê kir.

Serokên eşîran pêşengiya şoreşê kir lê ne zêde bi rêxistin bûn. Hin serokên eşîran serbixwe tevdigeriyan û wan guh nedida hevdû.

Tevgera Xoybûnê jî dixwest tevger xurt bibe, ji bo vê yekê Îhsan Nûrî Paşa şandin Araratê û soza alîkariya lojîstîk da wan.

Îhsan Nûrî Paşa serokên eşîran li dora xwe kom kir û serxwebûna Kurdistanê ragihand lê şoreşa wan sala 1930î de têk çû."

“Ataturk li pişt operasyona Geliyê Zîlanê bû”

Mehmet Alî Aslan behsa sedemên têkçûna Şoreşa Araratê jî kir û wiha got:

“Tirkiyeyê bi hejmareke zêde ya balafirên şer êrişî wan kir, nikaribûn li ber xwe bidin û dewletê gelek eşîr jî ber bi xwe ve kişandin û ew dorpêç kirin.

Du Gilîdax hebûn, Gilîdaxê Mezin û Gilîdaxê Biçûk.

Tirkiyê li herêma Wanê navçeyek da Îranê û Gilîdaxê biçûk ji Îranê stand û ji piştre jî hêzên li Araratê dorpêç kir.

Gelek kes hatin kuştin. Xelk wêran û perîşan bû, Mistefa Kemal Paşa bi xwe li pişt wê planê bû.

Hemû gundî, jin, zarok, jinên ducanî, kal û pîr û ciwan ên li Geliyê Zîlanê di nav çemekî de de kom kirin û dora wan girtin.

“Zarokek û kalek bi saxî hatin rizgarkirin”

Bi çekên cuda hemû ew dane bi çekan û gulebarankirin tenê çend kes sax man.

Tevî ku herêm hatibû qedexekirin, hin kes ji rizgarkirina mirovên xwe çûn ser çem û zarokeke jî şîr hatibû vekirin û zilamekî 70 salî xelas kirin.

Navê wî zilamî Mihemed bû. Tenê ev her du kes li wî çemî sax dimînin.

Rojnameya Cumhuriyetê nivîsîbû ku 15 hezar kes mirine lê ev hejmar ne rast e. Dibe ku zêdetirî 30 hezar û 40 hezar û an jî 50 hezar kesî miribin.

Ji ber ku wan hemû gelê wê herêmê li wir kom kirin. Min jî di pirtûka xwe de ev yek aniye ziman."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst