100 ton hinarên Zaxo û Helebceyê hinardeyî Fransa û Brîtanyayê hatin kirin

08-11-2023
RÛDAW
Nîşan Hinar Herêma Kurdistanê Fransa Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi rêya Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê 100 ton hinarên Zaxo û Helebceyê ji Fransa û Brîtanyayê re hatin şandin.

Xwediyê kompanyaya El Idrîsî yê ku yek ji wan du kompanyayên hinarên Kurdistanê hinarde dike Idrîs Enwer ji Rûdawê re ragihand:

“Me îro ji Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê 100 ton hinarên Zaxo û Helebceyê hinardeyî Fransa û Brîtanyayê kir ku 60 ton yên Fransayê ne.

Bi Fransayê re girêbesta me heye ku em dê îsal 1000 ton ji wan re bişînin û me 40 ton jî hinardeyî Brîtanyayê kirin.”

Idrîs Enwer da zanîn ku hinarên ku tên hinardekirin cureyên herî baş ên Kurdistanê ne ku di nav wan de hinarên Salexanê yên Helebceyê û yên Mehdawî û Şarebanê yên Zaxoyê hene.

Daxwazeke zêde li ser heye

Idrîs Enwer diyar kir ku wan dest bi hinartina hinarên Kurdistanê ji bo Îmaratê kiriye ku daxwazeke zêde li ser heye.

Enwer destnîşan kir ku berî xwestinê, hinarên Kurdistanê hemû ceribandinên laboratuarî li ser hatine kirin, piştre hatine xwestin.

Helebce bi hinarên xwe navdar e ku nêzîkî nîvê berhemanîna hinarên Kurdistanê li wê parêzgehê ye.

Rêvebirê Çandiniyê yê Helebceyê diyar kir ku berhemanîna hinarên Helebceyê par nêzîkî 11 heta 12 hezar tonan bû.

Li Helebceyê 9 hezar donim baxên hinaran hene, eger berhem ji sedî 100 be salane nêzîkî 30 hezar ton berhem dide.

Li Zaxoyê hinarên gundê Ermiştê bi nav û deng e, li gund çend cure hinarên wek Ermiştê, Şareban û Mehdawiyê hene, bi giştî li gund zêdetirî 127 baxên hinaran hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst