Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dema çandiniya genim destpê kiriye

08-11-2022
Hisên Omer
Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dema çandiniya genim destpê kiriye
Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dema çandiniya genim destpê kiriye
Nîşan Herêma Cezîrê Rojavayê Kurdistanê Çandinî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê dema çandiniya genim destpê kiriye û li gorî zanyariyên Desteya Çandiniyê ya Rêvebeirya Xweser 1,000,000 hektar zevî bikêrî çandiniyê tê û nêzîkî 436,000 hektar zevî bi genim têne çandin.

Ligel destpêkirina werza çandiniyê, tirsa cotkarên Rojavayê Kurdistanê bi giştî 3 metirsiyên sereke hene; yekem  hişkesalî ye, duyem kêmbûna mazotê û buhabûn nirxê wê ye û sêyem jî kêmbûna peynê û buhabûna nirxê wê ye.

Zevî tên cotkirin da ku êdî tov li van zeviyên rût bê reşandin û sorahiya xakê bi rengê kesk bê nixumandin. Dîmen ji gundê Rikava yê herêma Dêrikê taybet ji bo Tora Medyayî ya Rûdawê hatine şandin. Hişkesaliya salên borî tirs avêtiye ser sînga cotyaran.

Cotkarê ji gundê Rokava Mihemedê Melê got “Heyva 11an bi ser me de hat em jî erdên xwe cot dikin, karên xwe dikin da ku dexlê xwe biçinin. Ev du sal in cefa bi ser me de borîn, hêviya me ji xwedl heye ku saleke xêr û bi bereket bi ser me de were û kêfa hemû miletê were. Heviya me ji van kesên berpirsiyar heye piştgiriyê bidin felahan û xwediyê traktoran.”

Çavên cotyaran li ser van ewran in bi hêviya ku xêr û bêra wan bi ser vê axa tî de bibare. Lê hêviyên wan jî ji desteyên çandiniyê hene.

Cotkar Nûredîn Heyder dibêje “Em û tevahiya gundiyan xwedî erd in û niha dê xelkê gund erdê xwe biçine. Em hevîd dikin ku musaadeyekê bidin van xwediyên erdan, ku piştgiriyekê bisin me ji bo ku em pê kêfxweş bibin.”

Cotyarên navçeyê berfirehbûna rûberên zeviyên çandiniyê bi alîkariya kerta çandiniyê ve girê didin.

Cotkar Ebdulrehîm Hiso “Niha xelkê gund bi giştî erdê xwe diajon û çandiniya xwe dikin. Em hêvî ne ji Xwedayê mezin îsal selke bi xêr be li ser tevahiya miletê.”

Li gor zanyariyên herî nû ku Rûdawê di derbarê têçûna çandiniya genim de wergirtine, 1 kîlo tov bi 2500 Lîreyên Sûrî ye. 1 Ton peyn bi 500-550 Dolarî ye. 1 Lître mazot heta niha bi 80 Lîreyên Sûrî ye. kirêya cotkirina her donimek zevî derdora 1500 Lîreyên Sûrî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst